Operasyonên qirkirina siyasî didomin

Di serdegirtinên malan de li Erzirom û Mersîn gelek kes hate destgîrkirin. Dîsa ji 11 kesên li Gimgimê hatin destgîrkirin, 3 kes hatin girtin. 

Polîsên Tirk li Mersînê danê vê sibê bi hevdemî bi ser gelek malan de girt. Di vê serdegirtinê de ku bi fermana Serdozgeriya Mersînê pêk hat amûrên dijîtal ên li hatin desteserkirin. 

Di van serdegirtinan de xebatkarên rojnameya Yenî Yaşamê Murat Sekvan û Tuba Salman û endamên meclîsa ciwanan a HDP’ê ya Mersînê Rojda Salman, Diyar Turgut, Vedat Turgut, Hizbullah Ekinci û gelek kesên navê wan nehatî fêrbûn hatin destgîrkirin. 

Hate ragihandin ku ciwanên hatin destgîrkirin, li navenda polîsan a Mersînê tên ragirtin. 

LI TATOSÊ JÎ SERDEGIRTINÊN MALAN

Li navçeya Tatos a Erziromê polîsên Tirk di ser gelek malan de girt. Di serdegirtina mala hevşardarê HDP’yê yê Tatosê Muzahît Karakuş de, xebatkara HDP’ê Mehtap Demirkaya û Abdulhadin Eser hatin destgîrkirin. 

LI GIMGIMÊ 3 KES HATIN GIRTIN

Li navçeya Gimgim a Mûşê, 9 Adarê di serdegirtinên malan de 11 kes hatin destgîrkirin û birin navenda polîsan a Gimgimê. Piştî ragirtina li navenda polîsan kesên destgîrkirî duh danê êvarê derxistin pêşberî dadgehê. Ji 11 kesên ku bi angaşta ‘Endamê rêxistinê’ derxistî pêşberî dageha nobetdar, 8 kes hatin berdan û 3 kes jî hatin girtin. 

Namzedê Meclîsa giştî yê bajêr ê HDP’ê yê Gimgimê Şerafettîn Ozgurturk, kurê wî Îsmet Ozturk û Mehmet Ertaş ê hatî girtin, birin girtîgeha Tîpa E ya Mûşê.