Oluç: Soylu derewan dike

Serokwekîlê Koma HDP'ê Sarûhan Oluç got dema hilbijartinê wan bihistiye ku Erdogan û Soylu wê qeyûm bînin, bi bîr xist ku hazirî jî piştî hilbijarinê bi rojekê kirine û got, ''Soylu, yê ku dibêje, biryar ''hiqûqî ye'' derewan dike.''

Serokwekîlê Koma HDP'ê Sarûhan Oluç got li dijî qeyûman ew ê têkoşîna hiqûqî û demokratîk bidomînin.

Oluç li ser daxuyaniya Suleyman Soylu ku li ser qeyûman gotibû, ''biryar hiqûqî ye'', got biryar bi temamî siyasî ye gava pêşî ya dagirkirina şaredarian 1'ê Nîsanê hatiye standin. Oluç got gava pêşî piştî hilbijarinê bi rojekê hatiye avêtin û ev jî nîşan dide ku biryar bi temamî siyasî ye.

ERDOGAN JIXWE DIGOT

Oluç her wiha axaftinên Erdogan ên dema kampanyaya hilbijartinê bi bîr xist û got, ''Erdogan xîtabî Kurdan dikir û digot, ''Hûn daxwaza xwe hilbijêrin jî, em ê wan ji peywirê bigirin, em ê rê ve bibin''. Oluç her wiha axaftina Soylu bi bîr xist, ku amaje bi pratîka qeyûman a du sal û nîvan kiribû û gotibû wê bikin 5 sal li holê wê HDP nemîne û ji ber vê jî Oluç got, ''Hiqûqîbûna meselê bi temamî derew e. Mesele bi temamî siyasî ye. Desthilatdarî di sendoqê de bi dest nexist, bi vî rengî dixwaze bi dest bixe. Dest li ser mafê hilbijartin û dengdanê ya gel danîne.''

EM Ê TÊKOŞÎNA DEMOKRATÎK BIDOMÎNIN

Oluç têkilî pêvajoya hiqûqî ya ku têkilî şaredariyên ku hatine desteserkirin, dane destpêkirin got, ''Li holê ye ku li Tirkiyê daraz nemaye. Em dibînin ku hiqûq nemaye. Darzeke alîgir û pêgir heye. Ji bo vê jî em bawer nakin ku darz biryareke bêalî, dadmen û serbixwe bide. Li gel vê jî em ê têkoşîna xwe li qada hiqûqê jî bidomînin;

*Ji bo rawestandina rêveberiyê me serlêdanên xwe hazir kirine, em ê bikin.

*Em ê serlêdanê bikin ku mafê her hilbijêrî yên hilbijartinê hatiye astengkirin û desteserkirin. Ji bo ku derbasî dîroka hiqûqê ya Tirkiyê bike em ê vê serlêdanê bikin.

*Her wiha li qada navnetewî jî divê têkoşîna hiqûqê were dîtin. Ji ber ku heke em bi rêya hiqûqa navnetewî encameke erênî nestînin, em ê mijarê bibin daraz navnetewî.

Em ê têkoşîna xwe ya hiqûqî û demokratîk bidomînin.''