Oluç: Divê malbat li ber avahiyên AKP’ê rûnin

Wekîlê Serokê Koma HDP’ê Saruhan Oluç diyar kir ku hikûmet tu rêgezên hiqûq û demokrasiyê li ber çavan nagre, bi hincetên çêker û bê bingeh qeyûm tayîn dike. Oluç da zanîn ku Erdogan û AKP hestên dayikan ji bo xwe bikartînîn.

Wekîlê Serokê Koma HDP’ê Saruhan Oluç, têkildarî îdiayên tayîn kirina qeyûman yên ji bo şaredarên din yên HDP’ê û hin kesên ku îdia dikin ‘HDP’ê zarokên wan birine çiyê’ û tê gotin ku ji hêla polîsan ve hatine birêxistinkirin, li ber avahiya HDP’ê çalakiyê li dar dixin ji ANF’ê re axivî.

‘LI GORÎ KEYFA XWE QEYÛM TAYÎN DIKE’

Oluç anî ziman ku tayîn kirina qeyûman li dijî hiqûq û demokrasiyê ye û wiha axivî: “

Ji ber ku hikûmet tu rêgezên hiqûq û demokrasiyê li ber çavan nagre, bi hincetên çêker û bê bingeh qeyûm tayîn dike. Bê ku tu lêpirsîn bê vekirin li dijî vîna gel derbe pêk hat, ev biryar ne hiqûqî ye û siyasî ye. Tayîn kirina qeyûman û îdiayên ji bo şaredariyên me yên din ne tiştekî supruz e.Wezîrê Karê Hundir li gorî kêyfa xwe tev diğere û li gorî xwe qeyûm tayîn dike. Ev biryar bi tu awayî ne girêdayî xebatên Hevşaredarên me ne, tişta ku hikûmetê di sindoqê de winda kir, niha bi tundî û darê zorê dixwaze bi dest bixe.”

‘YÊN KU ÇARESERIYÊ NAXWAZIN AKP-MHP YE’

Oluç, bal kişand li ser kesên ku îdia dikin ‘HDP’ê zarokên wan birine çiyê’ û li ber avahiya HDP’ê çalakiyê li dar dixin û wiha pê de çû: “Xem û êşa malbatên li ber derê avahiya me dirûnin em fêm dikin. Ji bo ku li ser xaka Kurdistan û Tirkiyeyê tu dayik negrî, rûndika ne rije û dilê wan xemgîn nebe em ji bo azadî û aştiyê têdikoşîn. Êşa dayikên Şemiyê, dayikên aştiyê û dayikên li ber avahiya me rûdinin herî zêde em fêm dikin û ji bo ku hew êşê bikêşin partiya têkoşînê jî dide HDP ye. Ji bo atî û aramî were vî welatî, ji bo ciwanên li serê çiya, polîs û leşker jiyana xwe ji dest nedin em li ber xwe didin û tê dikoşîn. Dayikên li ber avahiya me rûdinin em fêm dikin, lê em vê yekê jî dibêjîn, yên ku çareseriyê nexwaze û pirsgirêkê kûr dike ne HDP ye. Yê ku vî şerî gur dike AKP-MHP ye. AKP-MHP hemû rêyên çareseriyê ji holê radike û polîtîkayên şer dixe dewrê.”

‘ERDOGAN Û AKP RÛNDIKÊ SÛSMAR DIRÊJIN’

Oluç anî ziman ku eger malbat dixwazin hemû zarokên wan vegerin mala xwe, divê berê xwe bidin navendên AKP û li wir dest bi çalakiya rûniştînê bikin. Oluç bilêv kir ku malbatên di salên 2015’an de ji aliyê HPG’ê ve hatine dîl girtin jî tevlî dayikan bûne û wiha got: “Li meclîsê me bi van malbatan rû bi rû axivîn. Me ji malbatan re got, ji bo pirsgirêka we bê çareserkirin weke HDP tişta bikeve li ser milê me em ê pêk bînin. Hûn herin ji AKP û MHP’ê vê sozê bigrin. Eger AKP ji bo vê pirsgirê amade be, em herdemê ji bo çareserkirina pirsgirêkan amaden e û tişta dikeve li ser milê me em ê bikin. Bi awayek gelek vekirî ev tişt me ji malbatên leşkerên dîl hatine girtin re got. Malbat tişta ku bikin ji dizanin, divê divî alî de hikûmet gav bavêje û berpirsyariyê bigre li ser milê xwe. Erdogan berî du rojan derket û piştevaniya van dayikan kir û berê van kesan dan partiya me. Em hest û êşa dayikan baş dizanin. Lê belê Tayyîp Erdogan û AKP rûndikê sûsmar dirêjin. Tu eleqa Erdogan û AKP bi êşa van dayikan re tuneye. Eş û rûndikê dayikan li gorî berjewendiyên xwe bikartînin.”