Ok: Dewleta Tirk wê bi êrişan nikaribe encamê werbigire

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Sabrî Ok diyar kir ku êrişên dewleta Tirk ên li ser gelê Kurd wê bi ser nekevin û got, "Tevgera demokrasiyê ya Kurd, hêzên demokratîk ên Tirkiyeyê divê ji xwe bawer bin."

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Sabrî Ok beşdarî bernameya Rojeva Welat a Stêrk TV bû û destpêkê bal kişand ser êrişa dagirkeriyê ya li ser Garê û serketina berxwedana gerîla.

Sabrî Ok anî ziman ku armanc ji êrişa dewleta Tirk ew bû ku demeke dirêj lê bi cih bibe, xwe ji bo vê yekê amade kiribûn, lê belê dema ku li bin guhê dîwarê berxwedana gerîla ketin şoq bûn û got, "Lewma encamên Garê girîng e û hîn jî tê nîqaşkirin. Ev yek li aliyê dewleta Tirk tê wateya pêvajoyeke şikestinê. Derfet û teknîka wan a herî xurt ku pê gelekî piştrast bûn, li pêşberî komek ji gerîla têk çû. Plan û konsepta wan pûç bû. Bêguman ev yek ji bo tevgera me û hêzên me serketineke mezin bû. Ji bo dîroka têkoşîna me Garê bû xwedî cihekî taybet. Ji niha û pê ve wê bi vî rengî bê nirxandin."

'TEVGERA DEMOKRATÎK A KURD TI CARÎ JI RÊYA XWE VENEGERIYA'

Sabrî Ok di axaftina xwe de giranî da ser zext û zordariya li ser siyaseta demokratîk a Kurd, bi taybetî jî zextên li ser HDP'ê û got, "Tevgera demokratîk a Kurd heta niha timî bû hedefa êrişan. Yanî ji destpêkê ve bi sedan rêveber û endamên kevneşopiya siyasî ya Kurd hatin şehîdxistin, bi deh hezaran hatin girtin. Bi hezaran neçar man derkevin derveyî welat. Lê belê tevgera demokrasiyê ya Kurd û hêzên azadîxwaz ti carî ji kevneşopiya xwe venegeriyan. Di vê mijarê de xwe ispat kirin. Ev bi rastî jî gelekî girîng e. Li hemberî ewqas êrişan têkoşînê dewam kir. Beriya desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê kêm jî be rêyên siyaseta demokratîk, derfetên wê hebûn. Niha, yekane tişta ku AKP-MHP'ê xistiye rojeva xwe, bi temamî tunekirina siyaseta Kurd e. Heta niha timî bi vî rengî nêzîk bûn. Bi hezaran mirov xistin zindanan. Hevserok, rêveber, hevşaredar, endamên partiyê yên HDP'ê hatine girtin. Şaredarî nemane ku qeyûm lê dananîne.

Li şûna HDP'ê ev zext û êriş li kîjan partiyê hatibûya kirin wê bi temamî biqediya. Lê belê HDP xwedî çand û kevneşopiyekê ye. Vê çanda berxwedanê xwe ispat kiriye. Ev çand hem têdikoşe, hem jî di nava muxalefeta Tirkiyeyê de bi roleke girîng radibe."

'ÇI BIKIN JÎ WÊ NIKARIBIN ENCAMÊ WERBIGIRIN'

Sabrî Ok anî ziman ku ne tenê bi fezleke û qeyûman her wiha bi gelek rê û rêbazan jî dikin nakin nikarin HDP'ê ji holê rakin û wiha dewam kir, "Niha li ser wê difikirin ku divê bi kîjan rêbazê tevbigerin. Ji encamgirtina girtinê bi fikar in, lê roj bi roj jî dor li wan teng dibe. Di nava lêgerîneke wiha tevlîhev de ne. Bêguman dibe ku HDP'ê bigirin. Plana wê dikin ku çawa dikarin encamê werbigirin. Li dijî jin, ciwan û her beşên civakê dixwazin şerekî berfireh ê psîkolojîk bimeşînin, pasîfîze bikin û biqedînin. Çi bi girtinê çi jî bi êrişên faşîst ên cuda, dixwazin HDP'ê bêbandor bikin û pêşî li têkoşîna HDP'ê bigirin. Lê belê ev tiştên ku dixwazin bikin çare nîne. Çiqasî bigirin jî, bixin girtîgehan jî, çiqasî dest deynin ser şaredariyan jî wê nikaribin encamê werbigirin.

'HÊZÊN DEMOKRASIYÊ DIVÊ BI XWE BAWER BIN'

Baş e çima? Ji ber ku çandek ava bûye. Êdî nikarin têkoşîna demokratîk a Kurdan, têkoşîna hêzên demokrasiyê, têkoşîna jin û ciwanan biqedînin. Hêza kesî têra vê nake. Çiqasî bi ser siyaset û têkoşîna Kurdan biçin wê ewqasî li têkoşîneke hîn radîkal rast bên. Yanî nepêkane ku bi van rêbazên êrişê îradeyê bişikînin û encamê werbigirin. Bêguman ev êrişên tên kirin nayê wê wateyê ku ew xurt in. Eger li gel ewqasî krîzê, tengaviya aborî û zexta navneteweyî hîn jî difikirin ku HDP'ê bigirin, hingî rîskeke mezin dane pêş çavên xwe. Bêguma ihtimal heye ku HDP'ê bigirin.

Encama ku em ê jê derxînin wiha ye: Tevgera demokrasiyê ya Kurd, hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyê divê bi xwe bawer bin û zanibin ku dawiya desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê nêz bûye. Ev êriş û hovîtî ne ji ber xurtbûna wan e, lê belê ji ber bêçaretiya wan û nêzîkbûna dawiya wan e. Ji ber ku wekî din çareyeke wan nemaye bi vî rengî bi hovane êriş dikin. Eger hêzên demokrasiyê hîn bi xurtî têbikoşin, şensê faşîzma AKP-MHP'ê nîne ku dewam bike. Bêguman di vir de rola hêzên demokrasiyê û partiyên li Tirkiyeyê ya li dijî faşîzmê girîng e. CHP ku bi salne bûye paldanka êrişên li dijî tevgera Kurd, bi vî halê xwe bi xwe winda dike. Bi vê polîtîkayê nikare muxalefetê bike. Bêguman CHP bi daxuyaniyên xwe yên têkildarî êrişên li ser HDP'ê nîşan dide ku wê destekê nede desthilatdariya AKP-MHP'ê. Di vî warî de hin daxuyanî hene. Ya rast jî ev e."

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Sabrî Ok di dewama axaftina xwe de kampanya 'Dem dema azadiyê ye' nirxand.

'PÊNGAVA DEM DEMA AZADIYÊ YE WÊ TEQEZ BI SER BIKEVE'

Ok bal kişand ser grevên birçîbûnê ku nêzî 100 roj in dewam dike û berxwedêrên li zindanan silav kir. Sabrî Ok got, "Em bawer in ku pêngava 'Dem dema azadiyê ye' wê teqez bi ser bikeve. Divê têkoşîn, berxwedan û berdêl bên dayin. Bi navê gelê Kurd û PKK'ê em ji vê re amade ne. Bêguman ev pêngav dîrokî ye û wê encamên girîng bi xwe re bîne. Rewşenbîr, nivîskar, jin, ciwan bi xurtî xwedî lê derketin. Ji Efrîkaya Başûr heta Ewropayê, heta sendîkayên Îtalya û Îngiliz ên bi milyonan endamên xwe hene, li gelek deveran helwestên gelekî erênî û girîng hatin nîşandan. Yekemcar li Başûrê Kurdistanê 74 akademîsyenan ji bo azadiya Rêber Apo bang kirin.

'ÎMZEYÊN TÊN KOMKIRIN DIVÊ HEMÛ JI CIHEKÎ TENÊ RE BÊN ŞANDIN'

Pêwîste pêngav ji niha û pê ve jî heta encamê werbigire bênavber dewam bike. Bêguman divê hîn bi rêxistinî be. Mînak; li her cihî îmze tên komkirin, ev îmze hinek ji wan ji Yekîtiya Ewropayê, hinekî ji Neteweyên Yekbûyî re tên şandin. Bêguman divê hedefek tenê hebe û her kes îmzeyan bişîne wê derê. Em dibînin ku li Rojava, li Başûr kampanya îmzeyan dest pê kiriye, her yek dişîne deverekê. Bi vî rengî nabe. Divê bişînin cihekî bi tenê. Eger îmze tên komkirin, hejmara mirovên daxwaza azadiya Rêber Apo dikin bi milyonan kesî derbas dike, wê demê îmzeyên li her derê tên komkirin divê ji cihekî bi tenê re bê şandin ku encam jê bê wergirtin.

'DIVÊ KAMPANYA HÎN BI RÊXISTINÎ Û XURT DEWAM BIKE'

Heqîqet, felsefe, paradîgmaya Rêber Apo ne tenê ji bo gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn, ji tevahiya mirovahiyê re dibe bersiv. Her civak paşeroja xwe di vê felsefeyê de dibîne. Divê em karibin felsefe û paradîgmaya Rêber Apo bêhtir belav bikin. Li çar aliyên cîhanê rewşenbîr, nivîskar, akademîsyen paradîgmaya Rêber Apo dixwînin, eşkere ye ku bi çi rengî vedibêjin. Lewma divê em giraniyê bidin ser vê kampanya ji bo azadiya Rêber Apo. Bêguman dema bê wê encamên hîn girîngtir bi dest bixe. Di serî de li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat, Kurd wê pêşengiyê ji vê pêngavê re bikin. Em ketin meha Adarê, meheke ji bo têkoşînê germ e. Divê kampanya hîn bi xurtî, rêxistinî û radîkal dewam bike."