Oldarên Ayînî yên Başûr jî li dijî dagirkerî û xiyanekariyê derketin

Piştî helwestên kesayetên siyasetmedar,rewşenbîr û welatiyên Başûrê Kurdistanê vê carê oldarên ayînî yên ji deverên cuda bi daxuyaniyekê helwesta xwe ya nerazî ya li dijî dagirkerî û karê sîxûriyê nîşan dan.

Ji deverên cuda yên Başûrê Kurdistanê 20 melayan li dijî dagirkerî û karê sîxûriyê ya li gel dagirkeriyê ya li Başûrê Kurdistanê tê kirin, helwest nîşan dan û destnîşan kirin ku sîxûrî heram e.

20 meleyên Başûrê Kurdistanê li dijî sîxûriya ku ji welatiyên dagirkere tê kirin daxuyaniyek nivîskî dan û bang li her kesê kirin ku xwe ji karê sîxoriyê dûr bixin.

Melayan daxuyaniyeke hevpar dan û ev tişt gotin: “Ji ber sedema ku di van deman de diyardeya sîxûriyê ya ji bo biyaniyan li herêmê zêde bûye û ceza û hesabpirsîna ji bo vê diyardeya metirsîdar nehatiye dîtin, lewma em weke hejmarek mamostayên olî li Ofîsa Standart ji bo nîqaşkirina vê mijarê civiyan ku 'Li gorî deqa Qurana Pîroz karek heram e'. Lewma nêrîna hevbeş a zanayên olî li sere, serşoriye ji bo dinyayê. Pêwîste welatê xwe xweş bivên.

Daxwazê ji aliyên peywendîdar ên nîştimanî dikin ku bi dengek bilind û zelal agadar bin. Daxwazê dikin ku tu kes nekevin van gavên şaş. Her yek ji xizim, dayik û bav derdora xwe ji têkildarî vê rewşê agadar bikin û vê erka giştî pêk bînin. Daxwazê ji meleyan jî dikin ku di rojên Înan de li ser van mijaran waezan bidin."

Navê melayên vê daxuyaniyê weşandine wiha ye;

1-      Mela Reşîdsigrî

2-      Mela Şivan Dihok

3-      Mela Emîn dihok

4-      Mela Emîn Oremarî

5-      Mela Hisên Elî Ranya

6-      Umer Xidircîceyî Hewlêr

7-      Elî Dukurtkanî Hewlêr

8-      Mela Şukrî Mentik Hewlêr

9-      Mela Nebî Dole Reqe

10-     Mela Ebdulrehman Dole Reqe

11-     Mela Ebdula Siwêrele

12-     Mela Ebubekir Kanî Tuyî

13-     Mela Ebubekir Loterî

14-     Mela Seîd Piştaşanî

15-     Mela Umer Şaristanî

16-     Mela Bextiyar Berzencî

17-     Mela Şiwan Celkî

18-     Mela Mihemed Şiwanî Kerkûk

19-     Mela Elî Germiyan

20-     Mela Ehmed Ruxaneyî Kerkûk.