NY: Di karesata Dernayê de hejmara miriyan bû 11 hezar û 300

Li gor daxuyaniya Ofîsa Koordînasyona Karên Însanî ya Neteweyên Yekbûyî (OCHA), di lehiya ku hefteyek berê li Lîbyayê pêk hatî de tenê li bajarê Dernayê hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan derket 11 hezar û 300’î.

OCHA’yê ragihand ku ji ber lehiya ku di bahoza Daniel ku di 10’ê Îlonê de li rojhilatê Lîbyayê xist, bilançoya karesatê girantir bû.

OCHA diyar kir ku li bajarê Dernayê herî kêm 11 hezar û 300 kesan jiyana xwe ji dest dane û nêzî 10 hezar û 100 kes jî winda ne.

Hat ragihandin ku di karesatê de li deverên din ên rojhilatê welêt jî 170 kesan jiyana xwe ji dest dane.

OCHA’yê hişyarî da û got, "Komên lêgerîn û rizgarkirinê bi şev û roj dixebitin, tê payîn ku ev hejmar zêde bibin."

Her roj bi dehan cenaze ji bin xirbeyên taxên ku ji ber lehiyê wêran bûne an jî ji deryaya vekirî tên derxistin û li nava erdeke çolbûyî tên definkirin.

OCHA’yê got, "Rewşa mirovî bi taybet li Derna nebaş e" û destnîşan kir ku li bajêr ava vexwarinê nîne û herî kêm 55 zarok bi vexwarina ava qirêj jehrî bûne.

Bahoz Danîel şeva Yekşemê du bendavên li jora bajarê Derna yê li rojhilatê Lîbyayê teqand û bû sedema karesateke mîna tsûnamiyê. Li bajarê ku nifûsa wê 100 hezar e, hemû xanî hilweşiyan.

Li gorî rapor û lêkolînên cuda, du bendavên ku li Dernayê hilweşiyan, ji sala 1998’an de dîwarên wê teqiyaye, lê qet nehatin temîrkirin.