Nûnerên olî serdana çalakgerên mertalên zindî kirin

Li Başûrê Kurdistanê nûnerên baweriyên cuda çûn serdana çalakiya mertalên zindî ku ji bo protesto kirina êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker li Qendîlê tê lidarxistin. Nûnerên olî piştgirî da berxwedana çalakgeran.

Şandeya ku ji nûnerên baweriyên Misliman, Êzidî, Kakeyî û Zerdeştî û endamên tarîkata Naqşîbendî pêk dihat çûn serdana çalakgerên mertalên zindî ên li Qendîlê.

Li ser navê şandeyê oldaran Mele Nadir Elî axivî û got; "Dewleta Tirk li Bakurê Kurdistan û Tirkiye zilm û zordestiyê li tevayî Kurdên azdîxwaz dike. Vê yekê bes nabînin û niha jî hewldide Başûrê Kurdistanê dagirbikin û destkeftiyên gelê Kurd li Başûrê Kurdistanê tune bikin. Em ji vê derê bang li Netewên Yekbûyî, hikûmeta Iraq û Herêma Kurdistanê dikin ku li beramberî van destdirêjiyên wêranker ku welatiyên sivîl qetildikin, birîndar dikin û jîngeha herêmê di şewitînin bêdeng nemînin. Bikevin nava hewldanan ji bo êdî dewleta Tirk bi keyfa xwe neyê Kurdistanê bombebaran neke û welatiyan neke qurbanî."

Di dewama axaftina xwe de Nadir Elî got; "Em îro ji bo piştgiriyê bidin ciwanan, ji bo em xaka xwe, ava xwe û kerameta xwe bi parêzîn hatine vir. Em daxwaz ji tevayî alema Îslamê û gelên azadîxwaz dikin ku li dijî van êrîş û dagirkeriyên dewleta Tirk xwedî helwestbin û pêşî lê bigrin."

Ciwanan jî xêrhatina şandeyê kirin û gotin: "Bila dijmin baş bizanin Qendîl û Biradost her tim ji Kurdan re bûne mertal, em ciwan jî îro hatine vê meratalê bihêztir bikin."