AKP'ê dest bi fen û fûtan kir: Li Wanê 2 navçeyên nû ava dike

Walîtiya Tirk a li Wanê û Rêxistina AKP'ê ya Bajêr amadekariyan dike ku rewşa îdarî ya Wanê biguherînin. Armanc ji vê yekê ew e ku navçeyên Rêya Armûşê û Artemêtanê parçe bike û di hilbijartinê de bi ser bikeve.

Rejîma AKP'ê ku di hilbijartinên 24'ê Hezîranê de cihê sindoqên li Kurdistanê guhert û bi vî rengî hewl da encamê bi dest bixe, niha jî ji bo hilbijartinên xwecihî yên Adara 2019'an dek û dolaban digerîne.

Walîtiya Tirk a li Wanê û Rêxistina AKP'ê ya Bajêr bi vê armancê pêşnûmeyek amade kir. Bi rêya vê planê dixwaze navçeyên Rêya Armûşê û Artemêtanê yên Wanê parçe bike û rêveberiya van her du nûçeyan ji HDP'ê bistîne.

HDP'ê li navçeya Rêya Armûşê 90 ji sedî yê dengan stendibû. AKP'î dixwazin ji taxên Bostanîçî, Karşiyaka, Yenî Mahale û Xaçortê yên navçeya Rêya Armûşê û ji taxên Firat û Suphanê yên navçeya Artemêtanê 2 navçeyên nû çêbike.

AKP dixwaze bi navê Bostanîçî û Erekê 2 şaredariyan ava bike, bi vî rengî dengdêrên HDP'ê ji navçeyên Rêya Armûşê û Artemêtanê qut bike û AKP bi vî rengî her şaredariyên navendî bi dest bixe.

AKP ku niha Şaredariya Tûşbayê di destê wê de ye, bi vî rengî dixwaze 3 şaredariyên navendê bi dest bixe. Di heman demê de dixwaze piraniya Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin jî bixe kontrola xwe.

AKP'î di wê baweriyê de ne, eger ev plan pêk were, Şaredariya Bajarê Mezin di destê HDP'ê de bimîne jî wê ne girîng be. AKP'î dixwazin cihên girîng ên van her du navçeyan ji xwe re bikin qadên rantê.

PLAN LI SER HERÊMÊN KU HDP LÊ XURT E TÊ KIRIN

Walîtiya Tirk a li Wanê bi dîrektîfên Rêxistina AKP'ê ya Bajêr pêşnûme amade kir û pêşkêşî Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê kir.

AKP dixwaze vê plana xwe li Amed, Mêrdîn, Riha û deverên din ên HDP lê xurt e bi cih bîne.

Walîtiya Tirk a li Wanê bi vê armancê Komîsyona Îdareya Taybet a Bajêr a Wanîtiyê ya ji 18 kesî ava kir.

Serokên daîreyan ên Şaredariya Bajarê Mezin, rayedarên şaredariyên navçeyan, rayedarên Midûriyeta Îdarî ya Mehelî û şêwirmendên li saziyên cemaweriyê cihê xwe di komîsyonê de girt.