NPG: Wê xeta qehremaniya fedaî komployê têk bibe

Navenda Parastina Gel komploya 15’ê Sibatê şermezar kir û got, “Bi stratejî, tarz û taktîka dema nû wê hemû gerîlayên HPG’ê ji bo komploya navneteweyî biavêjin sergo wê bi bawerî, biryardarî û ruhekî fedaî peywirên xwe bi cih bîne.”

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) derbarê salvegera 21’emîn komploya navneteweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:

“Di şexsê Rêber Apo de yê ku gelê Kurdistanê ji qirkirineke mezin rizgar kir û bûye çavkaniya îdeolojîk û felsefîka têkoşîna me, em salvegera 21’emîn a komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê bi tundî şermezar dikin. Rêber Apo yê ku ji 15’ê Sibata 1999’an ve li hemberî pergala êşkence û tecrîda Îmraliyê li ber xwe dide û bûye mîmarê vê berxwedana azadiyê ya pîroz, em wî bi rêzdarî silav dikin û girêdayîna xwe ya mezin jê re diyar dikin. Em têkoşîna gelê xwe ya li dijî komployê pîroz dikin û şehîdê pêngava ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ ên ku li dora Rêbertiya me bûne dîwarekî ji agir jî bi rêzdarî bi bîr tînin.

BI PÊŞDITÎN Û BERXWEDANA KÛR A RÊBER APO KOMPLO HATE PÛÇKIRIN

Gelê Kurdistanê yek ji gelê herî qedîm ê Rojhilata Navîn e, her dem serweran êrîşî wan kiriye û van hêzan xwestine gelê me bikin mêtinger. Gelê me li hemberî van hêzên mêtinger her dem berxwedaneke dîrokî raber kirine, ji ber vê jî her carê komplo li ser wan hatiye kirin.

Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibata 1999’an a ku ji komployên di dîrokê de kûrtir e, wekî fermana Kurdan a herî giran plana wê hatiye kirin. Lê ev komplo bi saya pêşdîtin û berxwedana Rêber Apo, bi saya berxwedana qehremanîya gel û tevgera me hatiye pûçkirin. Rêbertiya me li hemberî pergala êşkence û tecrîdê zincîrên fikrî û giyanî yên dîlbûnê şikandiye, paradîgmaya azadiyê pêşkêşî gelên Rojhilata Navîn û cîhanê kiriye. Vê komploya navneteweyî ya ku gelê me jê re dibêje ‘Roja reş’ hatiye pûçkirin û di heman demê de bi parêznameyên Rêbertiya me yên li Îmraliyê rêya Tevgera Azadiyê ya Kurdan ronî kiriye û hêzeke mezin daye têkoşîna azadiyê. Bi vê nêrînê li ser xeta Şerê Gel ê Şoreşgerî gerîlayên Kurdistanê nûbûneke taktîkî û stratejîk bi dest xistiye, di her şert û mercan de bi berdêlên mezin li hemberî Komploya Navneteweyî têkoşîn biriye asteke girîng.

DI SALA 22’EMÎN A KOMPLOYÊ DE EM Ê TÊKOŞÎNÊ GEŞ BIKIN

Di 22’emîn salvegera komployê de êdî gelê me û gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê tehamula me ji esareta Rêber Apo nemaye. Heta azadiya Rêber Apo pêk neyê, em nikarin bibêjin ku komploya navneteweyî têk çûye û wê gelê me jî azad nebe. Armanca sereke ya gerîlayên azadiyê ya Kurdistanê ev e ku serdema têkoşîna nû jî wê ji geşedanên dîrokî re amade be.

Bi stratejî, tarz û taktîka dema nû wê hemû gerîlayên HPG’ê ji bo komploya navneteweyî biavêjin sergo wê bi bawerî, biryardarî û ruhekî fedaî peywirên xwe bi cih bîne. Em Gerîlayên Azadiya Kurdistanê em dixwazin balê bikşînin ser vî tiştî ku vê têkoşîna me ya li hemberî Komploya Navneteweyî wê di salvegera wê ya 22’emîn de were geşkirin û ji bo têkbirina vê xeta komployê jî em ê bi fedakariyeke mezin peywir û berpirsyariyên xwe bi cih bînin.”