BI DÎMEN

Li St Gallenê panel û pêşangeha Sosyalîzma Demokratîk

Li bajarê St. Gallen ê Swîsreyê bi mijara 'Rêbertî û Sosyalîzma Demokratîk' panelek û bi mijara 'Abdullah Ocalan û Şoreşa Rojava' pêşangeheke wêneyan hatin lidarxistin.

LI ST GALLENÊ PANEL

Çalakî di çarçoveya pêngava 'Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareseriya demokratîk ji pirsgirêka Kurd re' hate lidarxistin. Hevserokê FEDA'yê Demîr Çelîk û Rêveberê Enstîtuya Kurd a Swîsreyê Emîn Ûslû beşdar bûn.

Pêşangeha wêneyan ji du beşan pêk hat. Di beşa destpêkê de pêvajoya Îmraliyê bi rengekî kronolojîk hate vegotin. Di beşa duyemîn de jî bi rengekî kronolojîk qala şoreşa Rojava hate kirin. Li gel Kurdistaniyan her wiha gelek Swîsreyiyan jî eleqe nîşanî pêşangehê dan. Hate ragihandin ku pêşangeha wêneyan wê 6'ê Cotmehê jî dewam bike.

Di panelê de jî Demîr Çelîk destpêkê axivî, bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girîngiya çalakiyên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan destnîşan kir.

Emîn Ûslû piştre axivî û li ser têkiliya sosyalîzm û ziman axivî.

Ûslû di dewama axaftina xwe de li ser dîrok û taybetmendiya Kurdî agahî da û ji bo xwedîderketina li ziman bang kir.

Piştre li ser pirsan Demîr Çelîk têklidarî mijarên Konfederalîzma Demokratîk û Xweseriya Demokratîk nêrînên xwe anîn ser ziman.