BI DÎMEN

Li Freiburg û Kasselê stand hatin danîn

Di çarçoveya pêngava ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de li bajarên Freiburg û Kasselê stand hatin danîn.

ÇALAKIYÊN STANDÊ

Li Freiburgê di çarçoveya kampanya 'Tîrêjên Rojê' de ku ji aliyê Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê ve hate destpêkirin, standa agahdarkirinê hate danîn. Di çalakiyê de pirtûkên bi mijara Modernîteya Demokratîk, Ekolojîk û Jinê yên ji parêznameyên Abdullah Ocalan hatin amadekirin, hatin belavkirin û li ser tecrîdê agahî hatin dayin.

Li bajarê Kasselê jî li ser mijara kampanya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan standa agahdarkirinê hate danîn. Li standê belavok û pirtûk hatin belavkirin.