BI DÎMEN

'Paradîgmaya Rêber Apo ji jinên Ereb re bû derman'

"Eger paradîgmaya azadîparêziya jinê ya Rêber Apo nebûya em nedigihîştin vê astê. Paradîgmaya Rêber Apo ji bo me jinên Ereb û derman. Weke jineke Ereb min felsefeya neteweya demokratîk a Rêber Apo pejirand û bi gelan re di vê çarçoveyê de dijîn."

ŞAMIYA XELÎL

Şoreşa Rojava ne tenê li cografyayekê, ji bo mafên jinan û azadiyê bû yek ji sembolên têkoşînê. Şoreşa ku sala 2012'an destpê kir, ji aliyê jinê, civakî, siyasî û aborî ve rê da têkoşîna wekheviyê. Kir ku mejiyê bi serweriya mêr bê lêpirsîn, qada jiyanê ya ji nasnameya jinê bê afirandin ku ev yek bû yek ji destketiyên herî girîng ên Rojava.

Bi vê şoreşê re jin bûn rêveberên civakê, pêşengên guherîn û veguherînê. Jinan bi rêya tevgerên jinan ên mîna Kongra Star xwe bi rêxistin kirin, bi hêza xwe tevgeriyan û hem ji bo parastina mafên xwe hem jî veguherîna civakî bi roleke krîtîk rabûn. Yek ji van jinan jî endama rêveberiya bajarê Dêrikê ya Kongra Star Samiya Xelîl e.

Samiya Xelîl (32) li Dêrikê ji dayik bû. Jineke Ereb e ku hîn biçûkanî dest bi palehiyê kiriye Samiye bi vî rengî qala malbat û civaka li nav mezin bû kir: "Beriya şoreşê jin ji gelek mafên xwe bêpar bûn. Bi taybetî li nava civaka Ereb mejî û zilmê mêr serwer bû. Ji ber vê jî îradeyeke me ya xurt, jiyaneke me ya xurt nebû. Mekanîzmayeke ku em karibin xwe pê biparêzin tine bû. Me li nava zeviyan paleyî dikir, mêr jî li malê rûdiniştin. Berpirsyariya malê hemû li ser milê jinê bû. Me hem paleyî dikir hem jî neçar diman ku dema li malê vegeriyan karê malê bikin. Derfetê me yê nekirina vî karî tine bû. Li gel vê tempoya giran a kar jî keda me ji nedîtî ve dihat. Tenê zewicandina di temenê biçûk de, tundî û talankirina keda jinê li jinê rewa dihatin dîtin. Dema ku pirsgirêkeke biçûk jî rû bida, jin sûcdar dihatin nîşandan. Malbata ku bi destê mêr dihate avakirin, li ser milê jinê barekî giran bû û jin di binê vî barî de dieciqî."

'MIN LI ÇÎROKA JINÊN PÊŞENG GUHDARÎ DIKIR'

Samiya Xelîl Şoreşa Rojava bi gotina 'Şoreşa ku bêhn anî ber jinê' pênase kir û qala pêvajoya destpêkirina Şoreşa Rojava kir, "Bi sala 2012'an re diyar bû ku jiyaneke nû wê destpê bike. Jinan têkoşîna dihate meşandin, berdêla dihate dayin dibihîstin. Lê belê rizgariya ji esareta li nava malê ne hêsan bû, pêwîstî bi têkoşîneke mezin hebû. Pêwîstî bi gavên wêrekî hebû, guhertina mejiyê serwer wê ne hêsan bûya. Di avakirina jiyanê de mafê jineke Ereb tine bû, lê belê difikirîm bê çawa dikarim tevlî şoreşê bibim. Di sala 2017'an de birayê min şehîd ket û ev bûyer ji bo min bû bûyereke diyarker. Ji bo avêtina gavên wêrekî xwedî nirxên mezin bû. Min bûyer ji nêz ve dişopand. Min diît bê jin jî mêr jî çawa şer dikin û guh dida çîrokên jin ên pêşeng.

Şer kiribûn û di oxira gel û xaka xwe de canê xwe feda kiribûn. Jin ê pêşeng ne tenê li qada leşkerî bûn, her wiha ji dîplomasiyê heta bi aboriyê, ji tenduristiyê heta bi perwerdeyê li her qadê bûn. Dîmenên welê hebûn ku coş û kelecan didan mirovan. Di sala 2020'î de gihîştin wê encamê ku êdî divê ji malê derkevim. Diviyabû min sînorên ji bo jiyana min hatibûn danîn ji ber xwe rakiribûma û li hemberî malbata xwe têkoşîneke mezin bimeşanda."

'MIN DÎT KU JIYANA BI DESTÊ MÊR HATIYE DIYARKIRIN DIKARE JI HOLÊ BÊ RAKIRIN'

Samiya Xelîl ji sala 2020'î û vir ve di nava Kongra Star de kar dike. Ji bo pêçandina birînên jinê û civakê, ji bo birêxistinkirina wan dixebite. Samiya Xelîl got, "Xwegihandina her jinekê û piştgiriya ji wan re ji bo me jinan wezîfe ye. Salên dûr û dirêj ez li hemberî xwe têkoşiyam û lê fikirîm bê vê zincîra koletiyê çawa dikarim bişikînim. Ez bi ser ketim û pê hesiyam ku divê xwe bigîhînim hîn bêhtir jinan. Her ku min xwe bi rêxistin kir û guherîn di kesayetiya xwe de çêkir, hîn bêhtir min xizmet ji jinan û civakê re kir. Her ku min mafê xwe parast, pê hesiyam ku dikarim mafên jinê biparêzim. Her ku bûm a xwe, pê hesiyam ku dikarim sînorên ji aliyê mêr ve hatine destnîşankirin ji holê rakim. Min fêhm kir ku liv û tevgera bi hêza xwe çiqasî girîng e."

'MIN FELSEFEYA NETEWEYA DEMOKRATÎK A RÊBER APO PEJIRAND'

Samiya Xelîl ku di nava çar salên dawî de guhertinên mezin di kesayetiya xwe de kiriye, êdî ne tenê ji bo mafê xwe têdikoşe, ew dixwaze bibe dengê hemû jinan. Samiya Xelîl ji vê têkoşînê gelekî kêfxweş e û got, "Ji ber ku di nava Kongra Star de me kêfxweş im. Kongra Star ji bo avakirina malbateke demokratîk bi salan e têdikoşe. Bi saya vê têkoşînê bû dengê jinê, mafê jinan diparêze û ewle dike; jin niha pêşengiyê ji şoreşê re dikin. Ya herî girîng jî paradîgmaya azadîparêziya jinê ya Rêber Apo ye; ne ji vê paradîgmayê bûya em negihatin vê astê. Paradîgmaya Rêber Apo ji bo me jinên Ereb bû derman. Weke jineke Ereb min felsefeya neteweya demokratîk a Rêber Apo pejirand û niha bi gelan re di vê çarçoveyê de dijîn. Her jinek divê bi hêza xwe bihese û nebêje ez nikarim bikim. Ji bo parastina mafên xwe, avakirina jiyaneke nû divê bikevin bin bar û bi rengekî çalak pêşengiyê ji şoreşê re bikin."