Komploya Navneteweyî û Berxwedana Navneteweyî

Pêvajoya komploya navneteweyî ya ku 9'ê Cotmeha 1998'an destpê kir, li ser neçareseriya pirsgirêka Kurd hate amadekirin û weke operasyoneke ji bo berjewendiyên navneteweyî pêk hat. Gelê Kurd û dostên wan têkoşîn kirin kevneşopiya berxwedanê.

KOMPLOYA 9'Ê COTMEHÊ

Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 9'ê Cotmeha 1998'an destpê kir. Bi zexta hevpar a dewletên bi pêşengiya DYE'yê tevlî komployê bûn, Abdullah Ocalan neçar ma ji Sûriyeyê derkeve. Ev pêvajoya ku ji bo pirsgirêka Kurd neyê çareserkirin û têkoşîna gelê Kurd bê eciqandin hate destpêkirin, planeke li ser bingeha berjewendiyên hêzên navneteweyî bû. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku ev pêvajoya komployê baş fêhm kir, derbasî Ewropayê bû û di çarçoveya pîvanên demokratîk û hiqûqî yên navneteweyî de xwest pirsgirêka Kurd çareser bike, lê belê daxwaza wî ya penaberiyê ji aliyê welatên Ewropayê ve hate redkirin.

Pêvajoya komploya navneteweyî ya ku 9'ê Cotmeha 1998'an destpê kir û li ser bêçareserkirina pirsgirêka Kurd hate avakirin, weke operasyoneke ji bo berjewendiyên hêzên global derbasî dîrokê bû. Ev pêvajoya ku Emerîka, Îsraîl û dewletên Ewropayê serkêjî jê re kirin, di 15'ê Sibata 1999'an de bi dîlgirtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Kenyayê û radestkirina wî ji bo Tirkiyeyê bi encam bû. Ji wê rojê û vir ve li Girava Îmraliyê tecrîdkirî ye û demeke dirêj e destûr jê re nayê dayin ku malbat û parêzerên xwe bibîne. Li hemberî vê pêvajoya komployê, gelê Kurd û dostên wan 26 sal in têdikoşin û ev têkoşîn veguherandin kevneşopiyeke berxwedanê, bi vî rengî li hemberî komployê dest bi pêngaveke navneteweyî kirin.

Abdullah Ocalan bi fikir û felsefeya xwe ya ku di dema dîlgirtinê de afirand ne tenê ji bo gelê Kurd her wiha ji bo hemû gelên bindest û tevgerên jinan ên cîhanê bû çavkaniyeke hêviyê. Bi taybetî felsefeya 'Jin, Jiyan, Azadî' li tevahiya cîhanê ji bo tevgerên jinan bû sembolek û çavkaniya sûdwergirtinê. Pêşniyarên wî yên siyasî yên 'Rêya Sêyemîn' û 'Konfederalîzma Demokratîk' ji bo çareseriya pirsgirêkên li Rojhilata navîn alternatîfeke xurt pêşkêş kirin, lewma hêzên navneteweyî li hemberî vê çareseriyê polîtîkayên tecrîdê hîn giran kirin.

Dostên gelê Kurd ku azadiya Abdullah Ocalan weke gaveke krîtîk ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û pirsgirêkên li Rojhilata Navîn dibînin, di 10'ê Cotmeha 2023'an de bi navê 'Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareserî ji pirsgirêka Kurd re' dest bi kampanyayekê kirin. Kampanya bi beşdariya gelê Kurd û dostên wan veguherî têkoşîneke navneteweyî ya berfireh. Li Ewropayê û welatên cuda yên cîhanê meş, mîtîng û çalakî hatin lidarxistin, daxwazên ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk bi xurtî hatin bilêvkirin.

Pêngava ku bi du qonaxan hate meşandin, ji bo misogerkirina azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan û naskirina statuya gelê Kurd berpirsyariyên raya giştî ya navneteweyî û saziyên pêwendîdar li bîra wan xist. Têkoşîna rêxistinkirî ya gelê Kurd û piştevaniya navneteweyî di vê pêvajoyê de veguherî têkoşîneke bi biryar.

LI 83 NAVENDÊN CÎHANÊ DAXUYANÎ

Di 10'ê Cotmeha 2023'an de ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareseriya siyasî ya pirsgirêka Kurd li asta navneteweyî kampanyayekê destpê kir. Kampanya bi daxuyaniyên çapemeniyê yên girseyî yên li 83 navendên cîhanê hate ragihandin. Di serî de bajarê Strasbourg ê Fransayê ku CPT û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) lê ne, li Bangladeş, Pakistan, Japonya, Hindistan, Kenya, Efrîkaya Başûr, Latîn Emerîka û gelek welatên din di heman demê de daxuyanî hatin dayin. Akademîsyen, rojnamevan, rêxistinên civakî yên sivîl, partiyên siyasî, parlamenter, aktîvîstên ji bo mafên mirovan têdikoşin, fîlozof, xelatgirên Xelata Aştiyê ya Nobelê, rêxistinên jinan û nûnerên gelên xwecihî tevlî van daxuyaniyahn bûn.

PIŞTGIRIYA JI COGRAFYA EREB

16'ê Cotmeha 2023'an rêxistina sîwanî ya Kurdistaniyên li derveyî welat KCDK-E'yê bi civîneke çapemeniyê ragihand ku ew tevlî kampanyayê dibe.

16'ê Cotmeha 2023'an li Rojava 27 Rêxistinên Civakî yên Sivîl ên di bin sîwana TEV-DEM'ê de bi daxuyaniyeke çapemeniyê piştgiriya xwe ya ji bo pêngavê ragihandin.

15'ê Cotmeha 2023'an ji cografya Ereb ji bo pêngavê piştgiriyeke xurt hate nîşandan. Ji Misir, Sûriye û Lîbyayê 100 rewşenbîr, akademîsyen, hunermend û siyasetmedaran diğyar kirin ku ew tevlî pêngava navneteweyî dibin. Her wiha diyar kirin ku aştî û çareserî di nava fikrên Abdullah Ocalan de ne.

31'ê Kanûna 2023'an hezar û 25 parêzerên Sûriyeyî û Rojavayî bi deklarasyoneke hevpar piştgiriya xwe ya ji bo kampanya 'Azadî ji Abdullah Ocalan re' ragihandin. Îmzeyên ji bo azadiya Abdullah Ocalan ji Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî û Buroya Hiqûqê ya Sedsalê re hatin şandin ku parêzeriyê ji Abdullah Ocalan re dike.

12'ê Cotmeha 2023'an li Nairobiyê gelê Oromo ragihand ku ew tevlî pêngava navneteweyî ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dibe. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin, ku gelekî girîng e lîderekî weke Abdullah Ocalan di çareseriya pirsgirêka Kurd de di pêvajoyên diyalogê de hebe.

PIŞTGIRIYA NAVDARAN JI BO PÊNGAVA AZADIYÊ

Pêngava 'Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re' li cîhanê gelekî deng veda û 16 kesayetên akademîsyen, fîlozof, nivîskar, siyasetmedar û hiqûqnasên navdar bi peyamekê diyar kirin ku ew piştgiriyê didin pêngavê.

Fîlozofê li cîhanê navdar Slavoj Zîzek got, "Ez heta dawiyê piştevaniya Ocalan dikim. Ji sempatiyê wêdetir divê em gavekê biavêjin. Hûn dikarin ji bo kesekî li cihekî êşê dikişîne xwedî sempartî bin, lê belê na; ji sempatiyê wêdetir divê em bikin. Ne kesayetekî welê ye ku ji dûr ve sempatiya mirovan ji bo wî çêbibe. Ew yek ji me ye. Dema ku em ji bo wî têdikoşin, em ji bo xwe hemûyan têdikoşin."

Profesor Doktor Norman Peach bal kişand ser aliyê berxwedana navneteweyî ya pêngavê ya li dijî tecrîdê û got, "Pêngavê nîşan da ku Abdullah Ocalan ji sînorên Kurdistanê wêdetir çûye, tê naskirin û li dijî berjewendiyên siyasî yên dewletan tê parastin."

Dîrektorê Navneteweyî yê Sendîkaya Unite The Union Simon Dubbins ji ajansa ANHA'yê re axivî û destnîşan kir ku pêngav ji bo banga berdana Ocalan gelekî girîng e. Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd a bi rengekî demokratîk işaret bi girîngiya bidawîkirina tecrîdê kir û xwest, zexta ji bo vê armancê bê xurtkirin.

Ji rêxistina Askapena ya Baskê Marixe Ruiz de Austri, Seroka Tifaqa Azad a Ewropayê Lorena Lopez de Lacalle, aktîvîstê Belçîkayî Diego del Norte, parlamentera berê ya Ewropayê Eleni Theocharous, Parlamenterê Danîmarkayî yê Parlamenta Ewropayê Nikolaj Villumsen, Sekreterê Giştî yê Tifaqa Evanjelîst a Efrîkaya Başûr Rev Moss Ntlha, rojnamevanên Japonyayê Ikuko Katsummata, civaknas Dr. Rastko Mocnik, Aktîvîst, nivîskar û mîmara Îngiliz Sarah Glynn, ji zanîngeha Ljubljanayê Profesor Dr. Andrej Kurnik, Dr. Vicki Sentas, Parlamenterê Skoçyayî Chris Stephens, endamê berê yê CPT Jean-Pierre Restellini piştgirî dan kampanyayê.

LI GELEK NAVENDÊN EWROPAYÊ MEŞ Û MÎTÎNG

11'ê Mijdara 2023'an li Kanada û gelek welatên Ewropayê bi pêşengiya ciwanan ji bo silavkirina pêngava 'Azadî ji Rêber Apo re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re' çalakî hatin lidarxistin. Li Toronto, Brüksel, Londra, Zürih, Berlin, Frankfurt, Hamburg, Stuttgart, Düsseldorf û Paris meş û mîtîng hatin lidarxistin.

Di 15'ê Sibatê salvegera dîlgirtina Abdullah Ocalan de pêngav gihîşt asteke bilind û li gelek welatên Ewropayê û çar aliyên Kurdistanê bi pêşengiya jin û ciwanan meş û mîtîng hatin lidarxistin, daxuyanî ji çapemeniyê re hatin dayin.

LI STASBOURGÊ BASKÊN MEŞA DIRÊJ

Baskên Meşa Dirêj a Enternasyonalîst ku 22'ê Çileyê li Parîsê, 11'ê Sibatê li Baselê bi rê ket, her wiha baskê Rêwiyên Azadiyê ku 9'ê Sibatê li Mannheîmê bi rê ket, di 15'ê Sibatê de gihîştin Strasbourgê.

ASTA HERÎ BILIND A PÊNGAVA NAVNETEWEYÎ

Asta herî bilind a qonaxa destpêkê ya pêngavê 17'ê Sibatê li bajarê Koln ê Elmanyayê bi meş û mîtîngeke mezin pêk hat. Bi sed hezaran kes tevlî meş û mîtîngê bûn. Dostên gelê Kurd jî ji welatên cuda yên Ewropa û cîhanê beşdarî mîtîngê bûn û piştgiriya xwe ya ji bo gelê Kurd anîn ziman û daxwaza azadiya Abdullah Ocalan kirin.

LINGÊ KURDISTAN Û TIRKIYEYÊ YÊ PÊNGAVÊ

28'ê Cotmeha 2023'an 78 kesayet ku siyasetmedar, rojnamevan, rewşenbîr û hunermend di nav de bûn li Stenbolê ji bo azadiya Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd bang kirin. Deklerasyona bi navê 'Banga ji bo Aştiyê' ji aliyê Serokê Rûmetê yê ÎHD'ê Akin Bîrdal ve li Taksîmê bi civîneke çapemeniyê hate ragihandin. Gelek akademîsyen, rêxistinên civakî yên sivîl û hunermend beşdarî daxuyaniyê bûn.

GIRTIYAN DEST BI GREVA BIRÇÎBÛNÊ YA BI DORVEGERÎ KIRIN

27'ê Mijdara 2023'an li girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê bi armanca piştgiriya bi kampanyayê re di navbera 27'ê Mijdarê û 15'ê Sibatê de dest bi greva birçîbûnê ya bi dorvegerî kirin.

NOBEDÊN EDALETÊ YÊN JI BO PÊNGAVÊ

Piştî çalakiyên greva birçîbûnê ya dorveger a girtiyên PKK û PAJK'ê li tevahiya Tirkiyeyê nobedên edaletê destpê kirin. Xizmên girtiyan dest bi van nboedên edaletê kirin û li Amed, Stenbol, Wan, Mêrdîn, Mersîn, Edene, Îzmîr û bajarên din belav bû. Her wiha li gelek navçeyan çalakiya nobedê dewam kir.

JI 122 NUQTEYAN MEŞA BER BI GEMLÎKÊ VE

Di çarçoveya pêngavê de li Kurdistanê 18'ê Mijdarê, li Tirkiyeyê jî 19'ê Mijdarê ji 122 nuqteyan ber bi navçeya Gemlîk a Bûrsaye bi dirûşma 'Em azadiyê diparêzin li dijî tecrîdê' meş hate lidarxistin. Ji Amed, Serhed, Çûkûrova, Botan, Stenbol, Ege, Derya Spî bi hezaran kes tevlî bûn. Polîsan êrîşeke giran birin ser çalakiyan û bi sedan kes hatin binçavkirin. Li gel astengiyan jî bi deh hezaran kes daketin qadan û daxwaza azadiya Abdullah Ocalan, rakirina tecrîdê û misogerkirina aştiyê kirin.

Li gel Eworpayê li metropolên Tirkiyeyê, Rojava, Başûr û Rojhilat jî li hemberî komploya 15'ê Sibatê çalakiyên ji bo xwedîderketina li pêngavê hatin kirin.

LI 160 NAVENDÊN CÎHANÊ PIRTÛKÊN ABDULLAH OCALAN HATIN XWENDIN

10'ê Kanûnê di çarçoveya 'Roja Pirtûkên Ocalan' de li gelek navendên cîhanê çalakî hatin lidarxistin. Li 160 navendan çalakiyên xwendinê hatin lidarxistin û berhemên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên bi 16 zimanan hatine wergerandin, hatin xwendin.

KAMPANYA 100 HEZAR KARTPOSTAL

Di çarçoveya kampanya 'Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareserî ji pirsgirêka Kurd re' ji bo azadiya Abdullah Ocalan bi armanca şandina 100 hezar kartpostalî kampanya hate destpêkirin. Xwediyê Xelata Aştiyê ya Nobelê Jody Williams, Wezîrê Maliyeyê yê berê yê Yewnanistanê Yanis Varoufakis, Parlamenterê Elmanyayê Gregor Gysi, aktîvîsta ji Efrîkaya Başûr Fazela Mahomed, siyasetmedara Swîsreyî Elisabeth Decrey Warner û Parlamenterê Îngilîz John McDonnell jî ji bo kampanyayê banga tevlîbûnê kirin.