BI DÎMEN

Yilmaz: Serdegirtin nîşaneya polîtîkayên zordar ên li Tirkiyeyê ye

Hevserokê Nav Berlînê Huseyîn Yilmaz ku piştî serdegirtina li Navenda Civaka Demokratîk a li Berlînê hate binçavkirin û piştre hate berdan, diyar kir ku serdegirtin nîşaneya polîtîkayên zordar ên li Tirkiyeyê ye.

HUSEYÎN YILMAZ

Li paytexta Elmanya Berlînê doh nîvro polîsên Elman avêtin ser Navenda Civaka Demokratîk û tevî Hevserokê Nav Berlînê Huseyîn Yilmaz kesek binçav kirin û piştre berdan.

Huseyîn Yilmaz nerazîbûn nîşanî serdegirtina polîsên Elman da û diyar kir ku sergirtina Navenda Civaka Demokratîk dewama polîtîkayên zordar ên li Tirkiye û Kurdistanê ye û destnîşan kir ku wê têkoşîna xwe ya civakî dewam bikin.

Huseyîn Yilmaz anî ziman ku kiryarên hêzên ewlekariyê yên Elman ne kêmî yên hêzên ewlekariyê yên Tirk e û got, "Destwerdana bi çekan a li Navenda Civaka Demokratîk nayê qebûlkirin. Serdegirtinên bi vî rengî ji bo çavtirsandinê ye. Em bang li gel dikin ku li hemberî vê yekê hişyar be."

Huseyîn Yilmaz salvegera komploya navneteweyî bi bîr xist û anî ziman ku operasyonên bi vî rengî parçeyek ji komploya navneteweyî ye û banga piştevaniyê li hêzên şoreşger, demokrat û alîgirên aştiyê kir.