ROJEVA 6'Ê COTMEHA 2024'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Çalakiyên ku bi wesîleya salvegera komploya navneteweyî ya 9'ê Cotmehê bêne lidarxistin wê werin şopandin.

KCK'ê bi wesîleya salvegera komploya 9'ê Cotmehê daxuyaniyek da û got, "Di sala 27'an a komploya navneteweyî de li ser bingeha pêngava azadiyê ya navneteweyî em têkoşînê mezin bikin."

Pêvajoya komploya navneteweyî ya ku 9'ê Cotmeha 1998'an destpê kir, li ser neçareseriya pirsgirêka Kurd hate amadekirin û weke operasyoneke ji bo berjewendiyên navneteweyî pêk hat. Gelê Kurd û dostên wan têkoşîn kirin kevneşopiya berxwedanê. Dosya 9'ê Cotmehê...

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat anî ziman ku tecrîd 26 sal in dewam dike û got, "Di nava 26 salan de bi taybetî berxwedana Rêber Apo ya li Îmraliyê bandoreke mezin li ser gelê Kurd û gelên herêmê kir. Komplogeran kirin nekirin bi ser neketin."

Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê bi wesîleya salvegera komploya 9'ê Cotmehê daxuyaniyek da û got, "Em bang li gelê xwe yê hemû parçeyên Kurdistanê û derveyî welat dikin ku li gel dostên xwe têkoşînê bigihînin asta herî bilind."

Hesen Koçer anî ziman ku komploger mikur tên ku armanca esasî ya ji komployê destwerdana li Rojhilata Navîn e û got, "Piştî ku Rêber Apo dîl girtin dest li Rojhilata Navîn werdan. Yanî destwerdana li Rojhilata Navîn bi dîlgirtina Rêber Apo destpê kir."

Amûra dewletê Hîzbulkontra ku careke din pêwîstî pê hate dîtin, bi navê 'Huda-Parê' li meclîsê hate bicihkirin û hewl hate dayin ku bê rewakirin. Beşa çaremîn a rêze nivîsa li ser Hîzbulkontra.

"Eger paradîgmaya azadîparêziya jinê ya Rêber Apo nebûya em nedigihîştin vê astê. Paradîgmaya Rêber Apo ji bo me jinên Ereb û derman. Weke jineke Ereb min felsefeya neteweya demokratîk a Rêber Apo pejirand û bi gelan re di vê çarçoveyê de dijîn."