Navenda Parastina Gel gerîlayên li eyaleta Avaşînê pîroz kir

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel hêzên gerîla yên eyaleta Avaşînê ji ber çalakiya 2'ê Hezîranê pîroz kir.

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel bi wesîleya çalakiya 2'ê Hezîranê ya li eyaleta Avaşînê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Peyama Biryargeha Navendî wiha ye:

"Hêzên mêtinger ên Tirk ku dixwazin çar aliyên welatê me dagir bikin, hewl didin li her derê rê çêbikin û bi vî rengî dagirkerî û serweriya xwe zexm bikin. Li dijî hêzên leşkerî yên ku bi vê armancê ji Girana heta çiyayê Govendê rê çêdikirin, hêzên we yên eyaletê roja 2'ê Hezîranê çalakiyek kirin. Ev kemîna ku baş hatiye amadekirin, di warê cih û demê de çalakiyeke serketî ye.

Ji ber vê çalakiya serketî, em hemû hevrêyên tevlî çalakiyê bûn, di şexsê fermandariya we de hemû hêzên li eyaleta we pîroz dikin û hêvîdar in ku hûn ê timî serketî bin. Em we, hemû hevrêyên di vê çalakiyê de keda xwe hene û hemû hêzên we yên eyaletê silav dikin. Li dijî hêzên dagiker ên Tirk ên qirker, mêtinger û faşîst, di têkoşîna şoreşgerî de em ji we re serketinê dixwazin."