NPG’ê Fermandariya Eyaleta Xakurkê pîroz kir

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) ji ber çalakiyên gerîlayên wê Fermandariya Eyaleta Xakurkê pîroz kir.

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) bi daxuyaniyeke nivîskî ji ber çalakiyên gerîlayên wê Fermandariya Eyaleta Xakurkê pîroz kir.

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin diyarkirin:

“Çalakiya hêzên me ya eyaletê ya li geliyê Ali Dirêj ya li dijî hêzên dagirkeriya Tirk di 31’ê Gulana 2018’an de çalakiyeke bi taktîk û serketî bû. Vê çalakiyê carek din da nîşandan ku ji bo afirandina taktîka gerîla û manevraye bilind ku baş bê nirxandin ji bo bidawîkirina teknîk û hêza herî xurt qirker-faşîst a dewletê û beyî ku ti windahiyekê bidin derbeyeke giran li hêzên dijmin bide, gelek mumkun e.

 Di vê çarçoveyê de li Lêlkan li geliyê Ali Dirêj çalakiya gerîla ya ku hedefê bi temamî îmha kirî û çûyina li ser cenazeyê leşkeran rakirina çek û alavan ruhê demê û bi şêweyê lêdanê hemû gerîlayên ku di vê çalakiyê de keda wan heyî, di destpêkê de fermandar û rêhevalên şervan li ser navê tevgera me em wan pîroz dikin û daxwaza dewama serketinên wan dikin.

Rêhevalên çalakger em we û hemû hêzên eyaletê bi hezkirin û rêzdariyeke mezin silav dikin. Di têkoşîna şoreşê ya pîroz de ji bo we serketinê dixwazin.”