HPG: Li Bradostê derbên giran li dagirkeran hatin xistin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir, li Başûrê Kurdistanê û Colemêrgê roja 31'ê Gulanê derbên giran li hêzên dagirker ên Tirk hatin xistin. Hate gotin, herî kêm 9 leşkerên Tirk hatine kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyên vê dawiyê yên gerîla daxuyaniyeke nivîskî weşand û ev agahî da:

"Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Pîroz û Şehîd Agirî de roja 31'ê Gulanê li Colemêrgê û Başûrê Kurdistanê li dijî artêşa TC a dagirker çalakî kirin. Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyan;

Li derdora geliyê Alî Dirêj ê li herêma Bradostê ya Sîdekan a Başûrê Kurdistanê, hêzên me yekîneyên veşartî yên dijin ên li ser hin giran digeriyan, şopandin. Piştî şopandina demeke dirêj, li girekî nêzî Geliyê Alî Dirêj, hêzên me saet 08:30'î lê dan. Ji du baskan ve ji cihekî nêz li yekîneya dijmin hate xistin û 5 leşkerên dijmin hatin kuştin. Hêzên me li vê derê çûn ser cenazeyên leşkeran û 2 çekên HK-33 (Melez), çekek BKC (Bîksî), dûrîbeyk bi rojê, cîhazeke tespîtkirina hedefê û gelek alavên leşkerî ji ser leşkerên hatin kuştin, rakirin. Hêzên me her wiha li leşkerên li geliyê Alî Dirêj reşandin. Hejmara leşkerên di vê çalakiyê de mirin û birîndar bûn nehate zelalkirin. Artêşa TC a dagirker piştî çalakiyê bi desteka helîkopterên êrîşê yên bi tîpa kobra, bi helîkopterên skosky termên xwe û leşkerên birîndar ji herêmê rakir.

Hêzên me saet 08:30'î li dijî dagirkerên li ser girê Lêlîkanê yê li herêma Bradostê çalakiyek kirin. Derbên xurt li çeperên dijmin hatin xistin û leşkerek hate kuştin.

Saet 12:30'î, hêzên me li dijî leşkerên dagirker ên li ser girê Bayrakê yê li herêma Barzanê ya Başûrê Kurdistanê çalakiyeke sûîqestê kirin. Di encamê de leşkerek hate kuştin.

Hêzên me saet 5'an li dijî girekî dijmin ê li nêzî gundê Bêzeno yê li navçeya Şemzînan a Colemêrgê çalakiyek kirin. Ji sê baskî ve derb li çeper û stargehên dijmin hatin xistin û di encamê de çeperek û 2 kon îmha bûn. Bi qasî ku hate tespîtkirin 2 leşkerên dijmin hatin kuştin."