Nobeta Edaletê ya xizmên girtiyan berdewam dike

Nobeta Edaletê ya xizmên girtiyan bi daxwaza “Ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya demokratik” hatiye destpêkirin, berdewam dike.

Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) li avahiya Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Êlihê hatiye destpêkirin di roja 70’emîn de dom kir. Di çalakiyê de pankartên “Ji dayikên lehengan hezar silav ji bo zindanan. Em ê bi hêza xwe tecrîdê bişkînin û û jiyana azad ava bikin” hate hilayîstin. Dayikên di çalakiyê de pêşmalkên “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” li xwe kirin. Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskî Bayindir, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Êlihê Zeynep Oduncu, Hevşaredara Êlihê Gulistan Sonuk û nûnerên rêxistinên civaka sivîl ên bajar hatin serdana dayikan.

Keskîn Bayindir di serdanê de axivî û hêvî kir ku cejn bibe wesîleya wekhevî û azadiyê. Bayindir, wiha domand: “Em bi pêşengtiya dayik û gelê xwe têkoşîneke pîroz dimeşînin. Me pêvajoyeke serkeftî ya hilbijartinê derbas kir. Tevî hemû kêmasiyên me jî gelê me bi destê me girt û serkeftin nîşanî me da. Tu zordest nikarin têkoşîna gelê Kurd birizînin. Piştî encamên 31’ê Adarê xwestin bi rêya pergala qeyûman îradeya gelê Kurd xesp bikin. Lê ji Stenbolê heta Kurdistanê gel rabû ser pêyan û xwedî li vîna xwe derket. Lewma dê ev têkoşîn bigihije hedefa xwe.”

Bayindir da zanîn ku tevahiya gelê Kurd li ber xwe dide û wiha pê de çû: “Ne tenê li derve, li zindanan jî ev berxwedan didome. Bi hezaran hevalên me li zindanan li ber xwe didin. Rêberê Gelê Kurd li ber xwe dide, dayikên me, jin, ciwan û tevahiya gelê Kurd li ber xwe dide. Gelê Kurd berxwedaneke dîrokî raber dike. Berxwedaneke ku hêvî û baweriya me xurt dike heye.”

Çalakiya Nobeta Edaletê bi dirûşmên “Jin, jiyan, azadî”, “Bijî berxwedana zindanan” û “Bê Serok jiyan nabe" bi dawî bû.

MÊRDÎN

Nobeta Edaletê di roja 95’emîn de, di avahiyê rêxistina DBP’a Mêrdînê de berdewam kir.  Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Mêrdînê Devrîm Demîr û Ahmet Turk û gelek kes hatin serdana çalakgeran. Di çalakiyê de gelek caran diruşma “Bijî berxwedana zindanan” hate berzkirin. Kesên hatine serdanê û çalakger cejna hev pîroz kirin.

Hevşaredar Demîr bal kişand ser girîngiya çalakiya dayikan û wiha got: “Dilê mirov diêşîne ku dayikên me di roja cejnê de Nobeta Edaletê digirin. Lê belê ev rastiyeke me ya civakî ye. Ev sed sal in em ji bo nasnameya xwe, ji bo zimanê xwe, ji bo hebûna xwe di nava şerekî de ne. Ev jî parçeyeke vê têkoşînê ye. Dayikên me pêşengên têkoşîna me ne. Em minetdarên dayikên xwe ne.”

Hevşaredar Turk jî îşaret li tecrîda girtîgehan tê domandin kir û ev tişt gotin: “Îro bi hezaran siyasetmedarên Kurd ji ber fikren xwe anîne ziman, di girtîgehê de ne. Birêz Abdullah Ocalan jî zêdetirî 3 sal in di bin tecrîdeke giran de ye. Hevalên me yên din ên girtî jî di bin zilm û bêhiqûqiya dewletê de tên tecrîdkirin. Gelê kurd ji bo mafên xwe têkoşîneke mezin nîşan da. Xwedî li paşeroja xwe derdikeve. Bareke mezin li ser mile gelê kurd e. Herî zêde dayik xwe didin bin vî barî.”

Çalaki bi berzkirina dirûşman bi dawî bû.