Nobeta Edaletê: Cînayetên li girtîgehan asayî dikin!

Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş diyar kir ku dixwazin cînayetên li girtîgehan asayî bikin û got, ku hiqûqek dijî Kurd tê pêkanîn.

Nobeta Edaletê ya ku xizmên girtiyan ji bo azadiya girtiyên nexweş û girtiyên ku cezayê wan qediyaye lê nayên berdan dabûn destpêkirin, di roja 275’an de li ber Edliyeya Amedê berdewam kir. Tevgera Jinên Azad (TJA), Komeleya Yekîtî Çand û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyan Mezopotamyayê Winda Kirine (MEBYA-DER), Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikumxwarî re (TÛHAY-DER) û Serokwekîla Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Meral Daniş Beştaş jî tevlî çalakiya îro bûn.

'DERMANKIRINA GIRTIYÊN NEXWEŞ TÊN ASTENGKIRIN’

Di çalakiyê de xwişka Hamdusena Ada yê li Girtîgeha Tîpa T a Hejmar 2 ya Amedê girtî Reşahat Ada axivî û diyar kir ku 10 meh in Nobeta Edaletê digirin. Ada, anî ziman ku zextên li girtîgehan zêde bûne û xwest xizmên wan bên berdan û bên dermankirin. Ada diyar kir ku li girtîgehan bûyerên vîrûsa koronayê zêde bûne û wiha got: "Girtiyan nabin nexweşxaneyan. Heta em saxbin em ê li pey doza girtiyên xwe bin. Heta kesek jî li girtîgehê bimîne, dê berxwedan bidome. Em ê têkoşîna xwe bidomînin.” 

'LI GIRTÎGEHAN KUŞTIN!'

Serokwekîla KomaHDP’ê Meral Daniş Beştaş jî anî ziman ku ku pirsgirêkên li girtîgehan li çar aliyên Tirkiyeyê belav bûne û got: “Desthilatdarî dixwaze li girtîgehan mirinan asayî bike. Dixwazin netedawîkirina girtiyên nexweş asayî bikin. Ev ne tiştên asayî ne. Em ê vê qebûl nekin. Li dijî girtiyan hiqûqa dijminatiyê xistine dewrê. Yên ku Aysel Tûglûk bernadin, lê biryara berdana Çevîk Bîr dan. Tenê ne girtî tên cezakirin, her wiha malbatên wan jî tên cezakirin. Hiqûqa dijminatiyê li dijî girtiyên kurd xistine meriyetê. Yên ku îro vî sûcî dikin her kes dê li qesra edaletê li ser kursiyê bersûc rûnê. Em ê hesabê vê yekê her bipirsin. Em ê destûr nedin zordestiyê û zilmê.”