Niyeta Enqere ya Kerkûkê: Axa ‘Kalikê’ me ye!

Dewleta Tirk, di roja yekem a cejna qûrbanê de sefîrê xwe yê Mezin ê Bexdayê Fatîh Yildiz şande Kerkûkê. Yildiz ê li vir nimêja qûrbanê kir, ji bo Kerkûkê got; ‘Axa kalikê me’ ye.

Dewleta Tirk a ji aliyekê ve li Kerkûkê bi komên çete yên bi çek ku bi destê eniya Tirkmen herêmê têk dide, li aliyê din jî niyeta xwe ya di warê Kerkûkê de hê zelaltir kir.

Serfîrê Mezin ê Bexdayê Fatîh Yildiz ê li Mizgefta Nûr a Mezin a li Kerkûkê nimêj kir, diyar kir ku wê li bajarên din ên Iraqê sefaretxaneyên Tirk bidin vekirin.

Yildiz got: “Kerkûk axa kalikên me ye, ji bo yên li vir jî Tirkiye jî axa kalikê wan e.”

Yildiz bibîr xist divê di hikûmeta nû ya Iraqê de Tirkmenan jî li xwe bigire, da xuyakirin ku Enqere dixwaze li Kerkûkê jî sefaretxaneyekê bide vekirin.

JI BO KERKÛKÊ BI KÊ RE LI HEV KIRINE?

Yildiz got: “Em bi hikûmeta Bexdayê re civiyan e, di nava lêgerînên ku ji bo Kerkûk û Necefê nûneran bidin çêkirin.”

Yildiz destnîşan kir ku li nava sûka Kerkûk û kolanên wê eleqeya welatiyan a ji bo Tirkiyeyê zêde ye û bal kişand ku ji bo Kerkûkê bi hikûmeta herêmê re di nava lihevkirinê de ne. Yildiz di derbarê ev lihevkirin bi kê re pêk hatiye û naveroka wê çiye parve nekir.