Li dijî komployê şerê fikrî -2

Ramon Mantovani ragihand, fikrên Abdullah Ocalan di nava sîstema êşkenceyê ya Îmraliyê de destnîşan kir, ji bo hemû krîzan rêya çareseriyê ne û got, "Yên ku ew dîl girtin xwe şaş kirin, fikrên wî êdî li tevahiya cîhanê tê pejirandin."

TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ

Ramon Mantovani yek ji wan kesan e ku rojên Abdullah Ocalan ên li Romayê û pêvajoya berî wê û piştî wê baş zane. Di balafira Moskow-Romayê de 12'ê Mijdara 1998'an bi Abdullah Ocalan re bû. Ji bo Ocalan li Îtalyayê bimîne têkoşîneke girîng meşand. Ramon Montavani hingî endamê Komîsya Karên Derve ya Îtalyayê bû. Têkildarî pêngava 'Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re', sîstema êşkenceyê ya Îmraliyê û girîngiya paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji ANF'ê re axivî.

Siyasetmedarê Îtalyayî Ramon Mantovani destpêkê bal kişand ser tecrîda li Îmraliyê û anî ziman ku tecrîd binpêkirina pîvanên bingehîn ên hiqûqê ye û got, "Serok Abdullah Ocalan bi neheqî hate girtin ku ev yek rewşa nedemokratîk a dewleta Tirk nîşan dide."

Ramon Mantovani diyar kir ku bicihkirina navê PKK'ê li lîsteya rêxistinên terorê ya bi destê DYE û û Yekîtiya Ewropayê, bûyera Swêdê ya dema nêz nîşan dide ku encameke şantaja rejîma Tirk a li ser hemû welatên endamê NATO'yê ye û got, yên ku divê ji ber sûcê li dijî mirovahiyê bêne darizandin Erdogan û Hêzên Çekdar ên Tirk e.

Li ser têkoşîna îdeolojîk û berxwedana Abdullah Ocalan a li Îmraliyê Ramon Mantovani got, "Bi dîtina min Serok Ocalan helwesteke wêrek û bi biryar nîşan dide; li gel şert û mercên giran ên tê de tê ragirtin jî helwesteke şênber nîşan dide. Nivîsên ku li girtîgehê nivîsîne vê yekê ispat dike. Rejîma Tirk ji Ocalan ditirse, lê belê ne ji ber şer; ji ber ku fikrê wî û pêşniyarên wî yên polîtîk dibe çavkaniya sûdwergirtinê ji bo polîtîkaya aştiyê. Ji dewleta Tirk hebû ku dema lîderê gelê Kurd tecrîd bike wê di nava demê de berxwedan jî bê eciqandin, doza mafdar û azadiyê ya gelê Kurd bide jibîrkirin, lê belê ya ku bû berevajî vê yekê bû. Îmaja çandî, siyasî ya Ocalan bi rêya nivîsên wî li cîhanê hîn bêhtir belav bû. Li gel ku yek ji artêşên herî xurt û bi çek ên cîhanê hewl da tasfiye bike jî PKK ji her demê bêhtir xurt e. Xwezaya paşverû ya rejîma Tirk li pêş çavên tevahiya gelên cîhanê hîn bêhtir diyar dibe."

Ramon Mantovani işaret bi pêngava 10'ê Cotmeha 2023'an a ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareseriya siyasî ya pirsgirêka Kurd jî kir û got, "Kampanya ku ji bo azadiya Serok Ocalan tê meşandin, ji bo wî û parastina mafên gelê Kurd rast e û gelekî girîng e. Lê belê ya girîng û diyarker ew e ku li hemberî meylên heyî yên ku hewl didin nakokiyên navneteweyî bi rêya şer çareser bikin, têkoşîn bê meşandin. Weke ku di dema Nelson Mandela de hate kirin, Serok Ocalan jî di navbera barbarî û şaristaniyê, zext û azadiya mirov de semboleke têkoşînê ye."

Têkildarî wateya azadiya Abdullah Ocalan siyasetmedarê Îtalyayî Ramon Mantovani got, "Di hevdîtinên pê re min firsend dît ku bibînim, Serok Ocalan baş bi Antonio Gramsci zane û qala 'Nebaşiya aqil û xweşbîniya îradeyê' dikir. Analîza şênber a li ser têkiliyên hêzê yên cîhanê, metirsiya şerê nukleerê û tinebûna mirovahiyê, ji bo mafên gelan, edaleta civakî û aştiyê dibe ku rêya hemû têkoşînan şaş bibe û bêwêrekî bihêle. Li hemberî van hemûyan têkoşîna ku ji bo azadiya Ocalan tê meşandin dibe ku weke meseleyeke biçûk bê dîtin. Têkoşîna ji bo belavkirina fikrên Ocalan û misogerkirina azadiya wî, dikare bibe faktoreke diyarker a ku vê rêveçûnê berevajî bike. Dibe ku sentezeke nû ya hemû dozên pêşverû yên li cîhanê teşwîq bike. Dîrok yek bi yek ji aliyê jin an jî mêran ve nayê nivîsandin, ji aliyê gelan ve tê nivîsandin. Lê belê jiyanên mînak hene ku dikarin cîhanê biguherînin û bibin hêza bingehîn a vê têkoşînê. Mîna ku Karl Marx dibêje 'Ji bo rakirina rewşa heyî' dixebitin. Jiyana Serok Apo vê yekê temsîl dike."