ROJEVA 11'Ê COTMEHA 2024'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Çalakiyên ku ji bo şermezarkirina komploya 9'ê Cotmehê têne lidarxistin wê werin şopandin.

Senator Paul Gavan got, azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo misogerkirina aştî û edaletê ya ji gelê Kurdistanê re xwedî girîngiyeke esasî ye.

Ramon Mantovani ragihand, fikrên Abdullah Ocalan di nava sîstema êşkenceyê ya Îmraliyê de destnîşan kir, ji bo hemû krîzan rêya çareseriyê ne û got, "Yên ku ew dîl girtin xwe şaş kirin, fikrên wî êdî li tevahiya cîhanê tê pejirandin."

Kongreya Yekîtiya Sendîkayan a Skoçyayê (STUC) nameyek ji Wezîrê Karên Derve David Lammy re şand û got, "Ji bo Abdullah Ocalan bikevin nava liv û tevgerê."

Ji Fermandariya Navendî ya YJA Starê Batûfa Çekdar anî ziman ku têkoşîna PKK'ê li qada Bakur xwedî cihekî girîng e û got, "Qada bakkur qada şerê fedaiyan e. Dijmin ji bo qada Bakur bê gerîla bihêle bi hezaran operasyonên dagirkeriyê kir."

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û Rojava, bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

Di nava 22 salên desthilatdariya AKP'ê de Kurd û çanda Kurdan timî bûn hedefa êrîşan. Gelek hunermendên Kurd hatin girtin, ji ber ku stran gotin, gelek kes hatin kuştin.