Di nava 22 salan de AKP'ê hewl da Kurdî tine bike

Di nava 22 salên desthilatdariya AKP'ê de Kurd û çanda Kurdan timî bûn hedefa êrîşan. Gelek hunermendên Kurd hatin girtin, ji ber ku stran gotin, gelek kes hatin kuştin.

ÊRÎŞÊN LI SER KURDÎ

AKP ji roja ku bû desthilatdar û vir ve bi rêk û pêk êrîşê dibe ser destketiyên Kurdan. Rejîmê heta niha bi deh hezaran Kurd binçav kiriye û zexta xwe ya herî giran a li ser destketiyên gelê Kurd jî piştî şerê desthilatdariyê yê 15'ê Tîrmehê da destpêkirin.

AKP'ê qîma xwe bi polîtîkayên qirkirinê yên rejîma qeyûm a li ser çand û ziman neanî û piştî şerê desthilatdariyê yê bi 'FETO' re qezenç kir, ev pêvajo ji bo polîtîkaya xwe weke firsendekê dît, ji bo êrîşî saziyên Kurdan bike weke bahaneyê bi kar anî. Bi sedan saziyên muxalîf bi Biryarnameyên di Hukmê Qanûnê de (KHK) girt û bi hezaran kes ji kar dûr xist. AKP'ê li şûna ku li hemberî endamên 'FETO' bi kar bîne KHK li dijî Kurdan bi kar anî.

BI HEZARAN KOMELE HATIN GIRTIN, Bİ DEH HEZARAN XWENDEKAR MEXDÛR BÛN

Di pêvajoya Rewşa Awarte de ku piştî 15'ê Tîrmehê hate ragihandin, saziyên Kurdan ên ku bi salên dûr û dirêj di encama berdêlên giran de bi dest xistin, hatin girtin. Xebatkarên wan bêkar hatin hiştin û hewl dan bi birçîbûnê terbiye bikin.

Di pêvajoya Rewşa Awarte de ya piştî 15'ê Tîrmehê hate ragihandin, hezar û 607 komele û 168 weqif hatin girtin ku piraniya wan saziyên çand û ziman ên Kurd bûn. Li gel vê yekê piraniya wan saziyên çapemeniyê yên Kurd 200 sazî hatin girtin û alavên wan hatin desteserkirin.

Zextên li ser saziyên Kurdan bi giranî li hemberî saziyên çapemenî, çand û zimanê Kurdî bûn. Saziyên perwerdeya bi zimanê dayikê yên hatin girtin Kurdî hînî bi deh hezaran zarokên Kurd dikirin. Piraniya saziyên ku AKP'ê bi rêya KHK girtin saziyên Kurdan bûn.

Hin ji saziyên Kurd ên ji aliyê desthilatdariyê ve bi KHK hatin girtin bi vî rengî ne:

Komeleya Çandê ya Med
Atolyeya Hunerê ya Seyr-î Mesel a şanoya Kurdî
KURDÎ-DER
Navenda Çanda Mezopotamyayê
Navenda Çandê ya Dîcle Firatê
Komeleya Nivîskarên Kurd
Komeleya Çand û Hunerê y Pale
Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê
Ajansa Nûçeyan a Jinê
Enstîtuya Kurd a Stenbolê
Dibistana Seretayî ya Ferzad Kemanger
Dibistana Seretayî ya Dayika Uveyş
Rojnameya Ozgur Gundemê
Azadiya Welat
Denge TV
Jiyan TV
Van TV
Zarok TV
Gelek radyoyên Kurdî
Rojeva Medya
Rojnameya Şûjin
Dîhaber

TENÊ DI NAVA 10 SALAN DE 280 ÊRÎŞÊN NIJADPERESTÎ HATIN KIRIN

Di nava 22 salên desthilatdariya AKP'ê de ne tenê êrîş bi destê saziyên dewletê hatin kirin, her wiha êrîşên faşîst nijadperest jî zêde bûn. AKP ji ber ku desthilatdariya xwe bi giranî li ser dijminatiya li Kurdan ferz dike, li qadan jî êrîşên li ser gelê Kurd û nirxên wê yên çandî zêde bûn.

Tenê di navbera salên 2010-2020'î de li gorî daneyên Komeleya Mafên mirovan 280 êrîşên nijadperestî hatin kirin. Ji sedî 90 ê van êrîşan jî li hemberî Kurdan bû. Di van êrîşên nijadperestî de 15 kesan jiyana xwe ji dest dan, hezar û 97 kes jî birîndar bûn. Di nava 22 salan de êrîşên li ser mirovên bi Kurdî diaxivin, bi Kurdî distirên an jî li muzîka Kurdî guhdarî dikin zêde bûn. Hewl hate dayin ku menakîzmayeke êrîşê ya nijadperest li hemberî Kurdan bê avakirin.

Di 30'ê Tîrmeha 2021'ê de li Konyayê êrîşa nijadperest a li hemberî malbata Dedeoglû, bûyerên piştre di pêvajoya darizandina kujeran de raxist pêş çavan ku desthilatdarî li dijî gelê Kurd xwedî polîtîkayeke bi vî rengî ye.

Di dema desthilatdariya AKP'ê de gelek kes bi hinceta ku bi Kurdî axivîn, stran gotin an jî guhdarî kirin bûn hedefa êrîşan.