Li Marsîlyayê meşa li dijî komployê
Ciwanên Kurd li Marsîlyayê bi meşeke meşaleyî li dijî komploya 9'ê Cotmehê meşiyan.
Ciwanên Kurd li Marsîlyayê bi meşeke meşaleyî li dijî komploya 9'ê Cotmehê meşiyan.
Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) li banliyoya Marignane ya Marsîlyayê komploya 9'ê Cotmehê bi meşeke bi meşaleyan şermezar kirin.
Meşê ji ber Şaredariya Marignaneyê destpê kir û ciwan bi dirûşmên "Bê Serok jiyan nabe", "Liberte Pour Ocalan", "Bijî Serok Apo" û "Ciwan fedaiyên Rêber Apo ne" heta qada Marignaneyê meşiyan.
Piştî meşê ji bo bîranîna şehîdên azadiyê yên Kurdistanê deqeyek rêz hate girtin.
Bi navê TCŞ Marignaneyê Rustem Serhed axivî û diyar kir ku heta azadiya Rêberê xwe wê li qadan bin, li ber xwe bidin.
Çalakî bi qîrîna dirûşmên "Bê Serok jiyan nabe" û "Ciwan fedaiyên Rêber Apo ne" bi dawî bû.