Nivîskar û wêjekarên Kurd li ber qirkirina siyasî rabûn
Komeleya Wêjekarên Kurd û Komeleya Nivîskarên Mezopotamyayê operasyonên qirkirina siyasî yên li dijî HDP'ê şermezar kirin.
Komeleya Wêjekarên Kurd û Komeleya Nivîskarên Mezopotamyayê operasyonên qirkirina siyasî yên li dijî HDP'ê şermezar kirin.
Komeleya Wêjekarên Kurd û Komeleya Nivîskarên Mezopotamyayê nerazîbûn nîşanî êrişên qirkirina siyasî yên li dijî siyasetmedarên HDP'ê dan.
Bi navê komeleyan daxuyanî hate weşandin û hate ragihandin ku biryara destgîrkirinê biryareke siyasî ye ku ti sparteyeke xwe nîne.
'EM BI WÊREKÎ LI BER RABIN'
Nivîskar û rewşenbîran ev bang kirin, "Nivîskar divê bibin maşeleya civakê. Di her şert û mercî de divê wekhev û adil bin. bi rengekî wekhev nêzî her kesî bibin. Dem ew dem e ku bi wêrekî û hemdemî li ber otorîteyên zordar rabin."