Gerîla nîvê şevê lê da: Li Bradostê 3 leşkerên Tirk hatin kuştin

Artêşa Tirk ku ji bo herêma Bradostê ya Başûrê Kurdistanê dagir bike êrîş dike, derbên giran ji gerîla dixwe. Di çalakiya duh nîvê şevê de 3 leşkerên Tirk hatin kuştin, 5 leşker jî birîndar bûn.

Li gorî agahiyên ku ANF'ê ji herêmê wergirtî, nîvê şevê saet 01:00, hêzên gerîla li dijî leşkerên Tirk ên dagirker ên li Geliyê Reş û girê Lelîkanê yên Bradostê bi cih bûbûn çalakî kirin.

Di çalakiyê de herî kêm 3 leşkerên Tirk hatin kuştin, 5 leşker jî birîndar bûn.

Cerdevanên artêşa Tirk termên leşkeran ji herêmê derxistin.

Artêşa Tirk a dagirker nahêle gelê sivîl û rojnamevan biçin herêmê.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê duh daxuyaniyek dabû û ragihandibû ku di nava hefteyekê de li heman herêmê 19 leşkerên Tirk hatine kuştin.