Li Lelîkanê di nava hefteyekê de 19 leşker hatin kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ragihand ku ji 5'ê Nîsanê heta 12'ê Nîsanê, li girê Lelîkan ê herêma Bradostê di çalakiyan de 19 leşkerên Tirk hatine kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li herêma Bradostê û çalakiyên gerîla daxuyaniyek da. Li gorî daxuyaniyê di nava hefteyekê de 19 leşkerên Tirk hatine kuştin.

HPG'ê her wiha li ser çalakiyên gerîla yên meha Adarê li Amedê hatin kirin jî agahî da.

5'Ê NÎSANÊ LI HERÊMA LELÎKANÊ 10 LEŞKER HATIN KUŞTIN

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayin: "Artêşa TC a dagirker roja 5'ê Nîsanê li qadên Lelîkan û Kevortê yên Başûrê Kurdistanê dest bi operasyona dagirkirinê kir. Hêzên me 9'ê Nîsanê li dijî yekîneyeke artêşa TC a dagirker ku hewl dida li girê Kevortê çeperê ji xwe re çêbike, çalakiyeke sabotajê kirin. Di vê çalakiyê de bi qasî ku hate tespîtkirin 10 leşkerên dijmin hatin kuştin, gelek leşker jî birîndar bûn. Piştî çalakiyê gelek helîkopterên bi tîpa Skorsky leşkerên mirî û birîndar ji herêmê rakirin.

11'Ê NÎSANÊ LI LELÎKANÊ 9 LEŞKER HATIN KUŞTIN

Sibeha 11'ê Nîsanê hêzên me li dijî leşkerên artêşa TC a dagirker ku hewl didan xwe deynin ser girê Lelîkanê çalakiyeke sabotajê kirin. Di vê çalakiyê de 5 leşkerên dijmin hatin kuştin, 6 leşker jî birîndar bûn.

Di daxuyaniya xwe ya 11'ê Nîsanê de me ragihandibû ku 11'ê Nîsanê saet 09:30'î hêzên me li girê Lelîkanê li dijî yekîneyên dijmin çalakiyek kirine. Di teqîna ji ber vê çalakiyê de, 4 leşker hatin kuştin û 5 leşker jî birîndar bûn.

12'Ê NÎNSANÊ: HEJMARA LEŞKERÊN MIRÎ Û BIRÎNDAR NEHATE TESPÎTKIRIN

12'ê Nîsanê (îro) saet 8'an hêzên me li dijî artêşa TC a dagirker ku li girê Lelîkanê bi cih bûye çalakiyek hate kirin. Derbên giran li çeperên dijmin hatin xistin, lê hejmara leşkerên mirî û birîndar nehate tespîtkirin."

ÇALAKIYÊN LI AMEDÊ

HPG'ê li ser operasyon û çalakiyên li Amedê yên meha Adarê ev agahî da:

"Di 19'ê Adarê de saet di 15.30'an de hêzên me li ser rêya di navbera Hêneya Amedê û qada Hêgasorê ji nêz ve wesayîteke dagirkeran kiriye hedef. Di vê çalakiyê de alîkarê fermandarê qereqola Hêgasorê Sergen Çakmak û kontrayê bi navê Yasîn Opçî mirine. Hêzên me dest danîne ser kleş û demançeyeke di vê wesayîtê de. Piştî çalakiyê artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker operasyonek daye destpêkirin. Ev operasyon di 29'ê Adarê de bêyî ku bigihêje encamê bi paş ve hatiye kişandin.

Di 11'ê Adarê de artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker di navbera gundên Ûçkûla, Tunegrat, Topçû Mehmet, Pirêjman û Şingirikê yên Pîrana Amedê operasyonek dane destpêkirin. Hêzên me di 12'ê Adarê de saet di 10.00'an de li dijî yekîneyeke operasyonê çalakiyeke sabotajê li dar xistine. Di vê çalakiyê de bi qasî ku hatiye tespîtkirin 7 leşker hatine kuştin û 4 leşker jî birîndar bûne. Di heman rojê de hêzên me saet di 15.00'an de li dijî leşkerên dijmin dîsa çalakiyeke sabotajê li dar xistine. Hejmara leşkerên mirî û birîndar ên vê çalakiyê nehate zelalkirin.

Di 13'ê Adarê de hêzên me yekîneyeke operasyonê xistine bin kontrola xwe û ew şopandine. Hêzên me saet di 09.00'an de ji nêz ve li vê yekîneyê dane. Di vê çalakiyê de 2 leşker hatine kuştin û 3 leşker jî birîndar bûne.

Di heman rojê de saet di 09.50 û 10.45'an de hêzên me li dijî du yekîneyên operasyonê çalakî li dar xistine. Di van çalakiyan de bi qasî ku hatiye tespîtkirin 4 leşker mirine û 4 leşker jî birîndar bûne.

Artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker vê operasyona xwe ya dagirkeriyê di 14'ê Adarê de ji qadê vekişandiye."