Nikarin bi gerîlayan, daristanan dişewitînin!

Di van demên dawîn de şewitandina daristanan di rojevê de ye. Gelo şewitandina daristanan a ji Kurdistanê heta Behra Spî taktîkeke nû ye?

Yan jî mikurhatina têkçûna operasyonên têkçûyî ye?

Hilweşandina cî û waran, talankirina mîrateyên dîrokî aliyekî şer nîşan dide. Şewitandina daristan û çiyayan jî nîşan dide ku şer gihiştiye asteke din. Bi taybetî şewitandina daristanên li derveyî Kurdistanê têkçûna şerê wan ê têkçûyî ye?

Hikumeta Şer a AKP’ê ev serê çend mehan e, bajarên Kurdistanê tê de, cihên dîrokî hildiweşîne.
Tu bajar û navçeyeke Kurdistanê nemaye ku nehatibe hilweşandin. Ji xeynî vêya jî xwezayê jî dişewitînin.
Bi taybetî li Dersimê û li Kurdistanê agir bi daristanan dixin û êdî dest pê kirine agir bi Hatay û Behra Spî jî bixin.

Şewitandina daristanan a bi destê artêşa Tirk wekî taktîkeke nû ya şer xwe dide der. Ev tişt bi sîstematîk didome û her roj daristaneke Kurdistanê dişewitînin.

Nexwe şerê artêşê yê li Kurdistanê bi ser neketiye. Heke her der ji gerîlayan hatibe paqijkirin, nexwe çima daristan tên şewitandin?

Ligel ku artêşa Tirk bi salan e daristanên Kurdistanê dişewitîne jî, daristan fenanî ku li hemberî faşîzmê li ber xwe bide, ji nû ve gur û geş dibe.

Ji ber şewitandina daristanan her sal gelek heywan qetil dibin û zuriyeta wan diqele. Şewitandina xwezayê, giyanê artêşeke têkçûyî nîşanî me dide.

Di demên dawîn de artêşa Tirk êdî çiyayên Amanosê jî dişewitîne. Li Amanosê darên qajan hene. Tefandina şewitandina van daristanan gelekî zehmet e. Ji ber vê jî ji bo agir bi van daristanan nekeve, her dem bi tevdîr tevdigeriyan. Lê di demên dawîn de ji ber operasyonên artêşa Tirk ên li Amanosê, êdî agir bi vê derê jî dixînin.

Hilweşandin û rûxandina bajaran têr nekiriye, êdî çi tê ber wan dişewitînin. Wezîrên şer û generalan careke din nîşanî me dan ku, di warê şewitandina daristanan de çiqasî jêhatî ne. Ji ber ku nikarin bi gerîlayan, berê xwe didin xwezayê.