Newroz piştî ya Qendîlê wê li Kerkûkê were pîrozkirin

Tevgera Azadî ya Komelgeha Kurdistanê piştî pîrozbahiya Qendîlê wê 25’ê Adarê li Kerkûkê Newrozê pîroz bikin.

Komîteya amadekar ya ji bo pîrozbahiya cejna Newrozê ya li Başûrê Kurdistanê 3 navendên sereke ji bo pîrozkirina Newrozê hilbijartine. Li gorî plana komîteyê merasîma Newrozê roja 21’ê Adarê li Qendîlê, 25’ Adarê li Kerkûkê û 26’ê Adarê jî li Germiyan wê Newroz bê pîrozkirin.

Endamê komîtaya amadekar ê pîrozbahiya Newrozê ya li Kerkûkê Soran Serdar ragihand: “Em komîteya amadekar di serî de cejna Newrozê li hemû gelê Kurd yên li her çar perçeyên Kurdistanê bi taybetî bajarê Kerkûkê yê berxwedêr pîroz dikin. Em komîteya amadekarê pîrozbahiya Newrozê ya Başûrê Kurdistan û bajarê Kerkûkê me plan kiriye ku 25’ê Adarê li Seyrangeha Şêwesûr ya bajarokê Teqteqê merasîma pîrozbahiya Newrozê li dar bixin.”

Serdar her wiha bang li welatî û hemû çîn û kesimên Kerkûkê kir ku Newrozê bi hev re pîroz bikin û wiha pêde çû: “Bi boneya cejna Newrozê daxwaza me ji Kerkûkiyan ev e ku bi hemû çîn û aliyên xwe ve ji bo ku vê cejnê bi hevre pîroz bikin û wê bikin cejna aştî û bi hevrejiyanê tevlî pîrozbahiyê bibin. Ji ber wê pîrozbahiya Newroza îsal bi dirûşmeya “Em Newroz îsal bikin Newroza yekrêzî, aştî û bi hevre jiyana li Kerkûkê” û her wiha bikarin bi vê pîrozbahiyê ve em dawî li nakokiyên bajarê Kerkûkê bînin, li dar dixînin.”

Soran Serdar di dawiyê de qala cih, dem û hunermendên ku wê tevlî pîrozbahiyê bibin kir û got: “Pîrozbahiya Newrozê ya li Kerkûkê wê roja 25’ê Adarê ango roja Pênşemiyê di saet 13:00’an de li Seyrangeha Şêwesûr ya bajarokê Teqteq dest pê bike. Hunermendên ku wê tevlî pîrozbahiyê jî bibin ev in; Diyar Dersîm, Jîna Seqizî, Diyar Elî, Berhem Şemamî, Ebbas Selah Dawûd û Sîrwan Şiwan.”