Newroz li Zagrosan hate pîrozkirin

Gerîlayên HPG/YJA Starê li çiyayên Zagrosan Newroz pîroz kirin.

Pîrozbahiya li çiyayên Zagrosan bi beşdariya gelek gerîlayan bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdan dest pê kir.

Ji fermandarên Biryargeha Navenda Parastina Gel Amed Malazgîrt û fermandarên HPG û YJA Starê Hêzil Ozgur, Zozan Rûken, Axîn Cûdî, Sîpan Rojhilat û Aras Çatak tevlî pîrozbahiyê bûn.

Amed Malazgîrt ji gerîla re axivî û diyar kir, hêzên HPG û YJA Starê bi derbên xurt wê bersiva pêwîst bidin artêşa Tirk a dagirker. Malazgîrt got, "Milîtanên PKK'ê wê teqez tola mirovên me yên hatine qetilkirin hilînin."

AGIRÊ NEWROZÊ ZINCÎRA KOLEDARIYÊ HELAND

Malazgîrt Newroza 2019'an li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, malbatên şehîdan, gelê Kurd, berxwedêrên li zindanan, Leyla Guven, Nasir Yagiz û çalakgerên berxwedana greva birçîbûnê pîroz kir.

Fermandar Malazgîrt anî ziman, Newroz ji bo gelê Kurdistanê roja berxwedanê ye û got, "Agirê Newrozê bi ruhê berxwedanê hatiye dadan. Çawa ku Mazlûm Dogan li zindanan li dijî xiyanet û teslîmiyetê tovên berxwedanê reşand û bi vêxistina agirê Newrozê zincîra koledariyê li zindanan heland, gelê Kurdistanê jî çiyê û deştê agirê Newrozê gur kir. Êdî hêza kesî têrê nake ku vî agirî vemirîne."

BERXWEDANA LI DIJÎ TECRÎDÊ WÊ BI SER BIKEVE

Malazgîrt berxwedana li zindana Amedê bi bîr xist û bal kişand berxwedana grevên birçîbûnê: "Têkoşîna azadiyê ya Mazlûm, Kemal û Xeyriyan a ku berê xwe li serketinê ye, îro bi pêşengiya hevalên Leyla Guven û Nasir Yagiz bi berxwedana grevên birçîbûnê didome. Ev berxwedan ne tenê ji bo azadiya gelê Kurdistanê ye, di heman demê de pêşengiyê ji azadiya gelên Rojhilata Navîn hemûyan re dike. Hêza kesî nîne ku vê îradeyê têk bibe. Ji ber ku biryardarî û îrade di asta herî bilind de ye. Li gelek deverên Kurdistan û dinyayê bi hezaran mirovên me û dostên me li dijî dagirkeriya Tirk bi rengekî bi rûmet li ber xwe didin." Malazgîrt destnîşan kir, ew bawer in ku çalakgerên ku bi wêrekî û fedakariyeke mezin li ber xwe didin wê bi ser bikevin."

Amed Malazgîrt anî ziman, berxwedana heyî wê bibe wesîle ji bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd û azadiya gelê Kurd. Malazgîrt got, "Çawa ku dijmin nekarî li pêşberî kevneşopiya berxwedanê ya PKK'ê ku di şexsê Mazlûm Doganan de xwe nîşan da bisekine, îro jî dewleta Tirk a dagirker wê nikaribe li ber berxwedana bi pêşengiya van hevalan tê kirin bisekine. Ya ku bi ser bikeve, îradeya berxwedêrên greva birçîbûnê ye."

DINYA ALEM WÊ BIBÎNE BÊ PKK WÊ BERSIVEKE ÇAWA BIDE

Malazgîrt diyar kir, gelê Kurd wê hesab ji zilmê bipirse û destnîşan kir, her kes wê bibîne bê bersiveke çawa wê ji dagirkeran re bê dayin. Malazgîrt got, "Dewleta Tirk a dagirker û hikumeta AKP'ê ji bo qedandina PKK'ê çi ji destê wan hat kirin, lê bi ser neketin. Niha jî bi nûçeyên bêbingeh dibêjin ku wan pişta PKK'ê şikandine, hêza PKK'ê nemaye ku çalakiyan bike. Bi propagandaya bi derewan hewl didin gel bixapînin. Lê kes nema ji vê bawer dike.

Rast e; 3-4 sal in bi rengekî bêperwa û bi rêbazên gemarî êrîşî tevgera me û gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê dikin. Lê belê têkoşîna hevalên me ya bi çalakiyên bi bandor propaganda qirêja  dewleta Tirk têk dibe. Rastî ev e.

Wezîrekî sexte yê bê karakter, ku hewl dide bi rêbazên mafya xwe derxîne pêş, gefan dixwe û bi rêya van gefan dixwazin îradeya gelê Kurd tine bihesibînin. Lê belê dinya alem wê bibîne ku milîtanên PKK bersiveke çawa bide dagigrkeran. Ew şexs çi bêje, çi gefê bixwe û çiqasî bêje ku hêza PKK'ê nemaye jî, gerîla çalakiyên xwe dikin û wê ji niha û pê ve hîn bi bandor bikin. Newroz hat, bi coşa agirê geş ê Newrozê milîtanên PKK'ê amadekariya pratîkeke xurt dikin. Bêguman mîna beriya niha wê ji niha û pê ve jî ev şoreşger hesabê zilma ku dagirker li gelê me dikin bipirsin. Ev şoreşger baş zanin bê hikumeta AKP'ê li Sûrê, Şirnexê, Silopiyayê, Cizîrê ciwanên Kurd çawa şehîd xistin, malê gelê me çawa talan kirin, malên wan bi tankan çawa hilweşandin. Gerîlayên PKK'ê wê vê yekê ti carî ji bîr nekin. Milîtanên PKK'ê soz dane şehîdan û gel; tola mirovên me yên hatine qetilkirin wê were hilanîn."

YÊ DI VÎ ŞERÎ DE BI SER BIKEVE WÊ GELÊ KURD BE

Malazgîrt got, "Dost û dijmin wê bibîne ku di dawiya vî şerî de wê gelê Kurd bi ser bikeve" û diyar kri, "Em berdêlan didin, em ê bidin jî lê belê bila were zanîn ku yên bi ser bikevin wê milîtanên PKK'ê bin, wê gelê Kurd û Kurdistanê be. Dîrok wê vê binivîsîne. Çiyayên Zagrosê wê pêşengiyê ji serketinê re bike. Milîtanên PK'ê wê di pratîkê de nîşanî her kesî bide ku berxwedana li dijî dewleta Tirk çawa tê kirin. Her hevalek wê bi hêrseke mezin û rast di pratîkê de derbên giran li dijmin bixin û bi ser bikevin. Roj roja hilanîna tolê ye."