Newroz li Mexmûrê bi dirûşma 'berxwedanê' hate pîrozkirin

Li Kampa Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî Newroz bi coş hate pîrozkirin. Hevseroka Meclîsa Gel Fîlîz Bûdak destnîşan kir ku wê dirûşma 'Berxwedan jiyan e' bi ser bixînin.

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) Cejna Newrozê bi beşdariya bi hezaran kesî û xwendekaran hate pîrozkirin. Pîrozbahiyê bi hatina meşa xwendekaran destpê kir. Qada şahiyê bi al û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK û wêneyên Kawayê Hemdem Mazlûm Dogan, Sakîne Cansiz û pêşengên Tevgera Azadiyê hate xemilandin.

Bi hatina gel û xwendekaran qada pîrozbahiyê tejî bû. Piştre ji bo tevahî şehîdên Tevgera Azadiyê deqeyek rêz hate girtin û ji aliyê Hevseroka Rêveberiya Meclîsa Gel a Demokratîk Fîlîz Budak ve axaftina destpê hate kirin.

Fîlîz Budak di destpêka axaftina xwe de Cejna Newrozê li Rêberê Gelê Kurd Adbdullah Ocalan, tevahî şervanên azadiyê û tevahî gelê Kurd ê azadîxwaz pîroz kir û wiha got: “Mîmarê vê rojê Rêber Apo ku 24 salin ji bo azadî û jiyanek birûmet, ji bo berdewamiya Newroza beriya bi hezaran salan Kurdekî azad bide avakirin îro li berxwe dide ji bo azadkirina Kurd û Kurdistanek azad hemû cûrê têkoşînê dimeşîne. Em şopdarê Mazlûman, Rewşen û Zekiyeyanin.  Em dijmin bi agirê dilê xwe dişewitînin, dîrokek me ya Newrozê û dîrokek me ya berxwedanê heye. Li zindana Amedê di pêvajoya ku dewleta Tirk, dewletên dagirker dixwestin Kurdistanê tine bikin, dixwestin Kurdê ku kirine goristana betonkirî de heta hetayê ji rûpelên dîrokê bidin reşkirin, lê rêheval û Fermandar Mazlûm Dogan bi sê darikên di roja 21’ê Adarê de  bi agirê ku berdaye bedena xwe got, ‘Berxwedan Jiyane’. Em îro li ser dirûşmeya ‘Berxwedan Jiyane’, dibêjin bexwedan wê me bibe serkeftinê û teslîmiyet wê bibe xiyanetê. Em hemû cûrên teslîmiyet û koletiyê red dikin. Li ser bircên Îzmîrê Zekiye, Rewşen û Mehmedan weke dewamiya wê agir berdan bedena xwe. Wekî gelê Mexmûrê jî ev 30 salin em li pey vê têkoşînê li warê dûpişk û maran li vê çolê li berxwedidin. Newroz ji bo me paqijkirina hemû qirêjiyan e, Newroz ji bo me bi ruhê berxwedanê li dewletên dagirker çok xistine. Her wiha Newroz ji bo me agirê serhildanê bi bedena xwe geşkirin û ber bi azadiyê ve li ser bircên Amedê meşîne.”

Piştî axaftina destpêkê, bernameya pîrozbahiyê ji aliyê malbatên şehîdan ve bi pêxistina agirê Newrozê dewam kir. Her wiha piştî wê mêhvanên ku ji derve de beşdarî pîrozbahiyê bûyîn, peyamên xwe dan. Berpirsê Komiteya Hizba Şuî Kurdistan a Mexmûrê Hawrê Cehfer Seyda li ser dikê Newroza gelê wargehê pîroz kir û peyama xwe xwend. Cehfer Seyda peyama xwe bi dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ destpêkir û wiha got: “ Bi navê Komiteya Hizba Şuî Kurdistan a Mexmûrê sala nû cejna Newrozê li tevahî gelê Kurd pîroz dikin. Pêwîste em hemû ji bo parastina berjewendiyên gelê Kurdistanê bi hev re alîkar bin.”

Di rêze bernameyê de Hunermend Hesen Rênas bi stranên xwe ve derket ser dîkê. Her wiha piştî wê bername bi govenda komên dîlanê yên zarokên Mexmûrê berdewam kir. Hunermenda bi navê Jîna Saqîz jî bi stiranên xwe gel coşand, xelkê wargehê li ber stranan govend gerandin. Di nava şahiyê de bê navber dirûşmeyên ‘Newroz li Rêber Pîroz be’ dihat berzkirin. Piştî hunermend Jîna, hunermed Mem Ozan û Xelîl Akin bi stiranên xwe reng dan Newroza Mexmûrê.

Pîrozbahî bi gerandina govendê li ber stiranên her sê hunermendan bi dawî bû.