Nûçeya Lezgîn: Encama danezanê ya PKK'ê hate eşkerekirin: Karên bi navê PKK'ê têne meşandin hemû hatin bidawîkirin

Kadroyên pêşeng ên PKK’ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn wê bên bîranîn

Kadroyên pêşeng ên PKK’ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn wê li gelek bajaran bêne bîranîn.

Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK), piştî “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêber Apo ku di 27’ê Sibatê de hate kirin, di 5-7’ê Gulanê de 12’emîn Kongreya Awarte lidar xist.

PKK’ê ragihand ku ji kadroyên wan ên pêşeng Alî Haydar Kaytan û Rizan Altûn şehîd bûne. PKK’ê kongreya xwe diyarî Kaytan û Altûn kir.

Kaytan û Altûn wê di 13, 14 û 15’ê Gulanê de li Tûzlûçayir a Enqereyê bên bibîranîn. Di 17’ê Gulanê de jî wê li Qada Seyîd Riza ya Dersimê bîranîn bê lidarxistin. 

Di 18’ê Gulanê de jî li Qada Şêx Seîd a Amedê bîranîn bê lidarxistin.

Tê payin ku li gelek bajaran bernameyên bîranînê bên lidarxistin. Wê malbatên Kaytan û Altûn jî tevlî bernameyên bîranînê bibin.