Nûçeya Lezgîn: Encama danezanê ya PKK'ê hate eşkerekirin: Karên bi navê PKK'ê têne meşandin hemû hatin bidawîkirin

YNK’ê piştgirî da biryara PKK’ê

Berdevkê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Saadî Ehmed Pîre behsa biryarên ku PKK'ê di Kongreya xwe ya 12’emîn de girtiye kir.

Pîre, anî ziman ku biryara PKK’ê ya ji bo bidawîbûna têkoşîna çekdarî û fesixkirina xwe, ji bo domandina xwişk-biratiya Kurd-Tirk mîna demên bihurî ‘ gaveke erênî’ ye.

Berdevkê YNK'ê ji televîzyona Channel 8’ê re axivî û diyar kir ku partiya wan ji bo çareseriya aştiyane ya dîrokî pêk bê helwest nîşan dane û got ku ev nêzîkatî di xeta siyasî ya 33 salan a bi pêşengiya damezrîner Mam Celal Talabanî de bi zelalî xuya dibe.

Pîre, da zanîn ku Serokê YNK'ê Bafil Celal Talabanî jî beriya niha gelek caran bi rengekî vekirî piştgirî daye aştî û çareseriya pirsgirêkan bi rêya diyalogê.

Pîre, destnîşan kir ku ev biryar "ji bo aramiya herêmê û siberoja gelê Kurd pêşketineke girîng e."