Newroza dîrokî ya Wanê: Bi sed hezaran kes li dijî tecrîdê rabûn

Li Wanê weke her salê îsal jî Newroz li Qela Wanê hate pîrozkirin. Bi sed hezaran kes li dijî tecrîdê peyamên berxwedanê dan.

Bi sed hezaran gelê Wanê herikîn qada Newrozê ya tenişta Keleha Wanê û bi coşek mezin Newrozê pîroz dike. Keleha Wanê ku heta niha yekem car dibe şahidê Newrozek wisa girseyî û dîrokî. Bi sed hezaran bê navber li dijî tecrîdkirina Îmraliyê dirûşmeyan berz dikin. Dayikên Aştiyê agirê Newrozê geş kir û pîrozbahiya Newrozê dest pê kir. Hevşaredarê Wanê Bekir Kaya, peyam şand û xwest gelê Wanê li dijî zilma Dehaqan bibin xelek û li ber xwe bidin.

Gelê Wanê bi sirûda "Teqez emê bi ser bikevin" li tenişta Keleha Wanê pîrozbahiya Newrozê berdewam dike. Li gel qad tip tije bûye jî herikîna qada Newrozê didome. Piştî qad tijî bû, pîrozbahiya Newrozê bi rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna aştî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane û pêxistina agir dest pê kir. Agirê Newrozê Dayikên Aştiyê pexist. Piştî rêzgirtine û pêxistina Agir Rêveberên HDP û DBP'ê derketin ser dikê û gel silav kirin. Hevseroka DBP'ê ya Wanê Aynûr Tarhan, bal kişand ser çalakiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven a li dijî tecrîda li Îmraliyê û wiha got: "Newroz Leyla ye. Em wê tecrîda Îmraliyê bi vê coş û berxwedana Newrozê bişkînin. Em wê silavên Gelê Wanê ji Leyla Guven û çalakgerên zindanan re bişînin."

Piştre Hevserokê HDP'ê yê Wanê Umît Dede gel silav kir û wiha got: "Coş û tevlêbûna Newroza îsal dişibe Newroza 2013'an. Wê salê li Amedê peyama Birêz Ocalan li Amedê hat xwendin. Hemû gel li benda vê peyamê bûn. lê Pişti Serokkomar protokola Dolmabahçe tine hesiband dîsa welat ket nava rojên tarî. Beden hatin tazîkirin û li kolanan mirov hatin kuştin. Bi rojan cenaze li erdê man û qeyûm tayînî şaredariyan kir. Vî gelî zilma nehatiye dîtin dît. Ev ruhê îro dişibe ruhê newroza 2013an.

Pişti axaftina Umît Dede Dayikên Aştiyê Agirê Newrozê geş kir. Dema dayikan agir pêxist, bi sed hezaran bê navber dirûşmeyên "Bê Serok jiyan na be", "Bijî Serok Apo" û "Leyla Guven rûmeta me ye" berz kirin.

Piştî dayikan agirê Newrozê pêxist hunermend Yûnûs Agirî derket ser dikê û konser da. Piştre jî peyama Hevşaredarê Wanê Bekîr Kaya hat xwendin. Hevşaredarê Wanê Bekir Kaya, peyam şand û xwest gelê Wanê li dijî zilma Dehaqan bibin xelek û li ber xwe bidin.

Kaya, anî ziman ku gelê Wanê dê li dijî qeyûma ku vîn û mafê wan desteser dikin wê di 31'ê Adarê de bersîvek xurt bidin û ji dil û can bawer dike ku gelê Wanê wê bi berpirsiyariya dîrokî biçe ser sindoqan û 14 şaredariyan tevahî ji destê qeyûman rizgar bike.

Di pîrozbahiyê de Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî axivî û diyar kir ku ji bo gel bi ser bikevin, aştî bi ser bikeve û demokrasî bi ser bikeve li qada Newrozêne û got: “ En Pirsûs, Cizîr û Sûrê ji bîr nakin. Em hevrêyên xwe yên şehîd bûne ji bîr nakin. Em vê şidet û zilmê ji bîr nakin. Em kesên ji war û cihê wan hatine derkirin ji qet ji bîr nakin. Em weke dengê gel li her derê hesab bixwazin.

‘31’Ê ADARÊ EM Ê DAWIYA VAN BÎNIN’

Temellî got: “Em ê dawiya wan ên vîna gelan tine dihesibînin, bi qeyûman şaredariyên me dagirkirine, 31’ê Adarê dawiya wan bînin. Em ê vî welatî ji van zaliman rizgar bikin. Ji bo vê dibêjin ji vir biçin. Em jî dibêjin em naçin, ev welatê me ye, welatê me ye. 31’ê Adarê li siberoj û rûmeta xwe derbikevin.”

Leyla Guven bêdeng nabe, Leyla azadî ye, Leyla aştiye, Leyla Newroz e. Teyîp Temel, Dersim Dag û Mûrat Sarisaç ji bo bidawîbûna zilmê li ber xwe didin. Li girtîgehan bi hezaran bi hêza Newrozê li ber xwe didin.  Li her derê dinê li ber xwe diin. Li Kandirayê Sabahat Tuncel li ber xwe dide. Her yek Kawayek in.

Bila bi lezgîn malbat li gel Birê Ocalan hevdîtinê bike. Pêkanîna vê wê nefesekê bide Tirkiyeyê.