Nekropolîtîkaya Tirkiyê - II

''Cenaze û goristanên gerîla li nav Kurddn bîreke girîng ava dikin. Dewlet jî ji bo ku vê hêmayê hilweşîne êrîşê dibe ser goristanan, dixwaze cenazeyan bixe bin peyaran û tine bike.''

Rûken Işik ku li Maryland Unîversîty û Baltîmore Countyêli ser aktîvîzma jinên Kurd ên li Tirkiyê xebatan dike got polîtîkaya ku hem li ser goristanan û hem li ser cenzayan tê kirin nekropolîtîka ango siyaseta li ser mirinê ya Tirkiyê ye.

Işık ya ku ji ANF'ê re axivî, got siyaseta li ser mirinê ya Tirkiyê ji mêj ve hebûye, êrîşên li ser goran, derxistina cenazeyên gerîla ya ji goran û êşkenceya li ser cenazeyan ji berê de hebûye. Işık got,''Ji bo dewletê bi fermî kuştina vî gelî têrê nake, ji ber ku ev berxwdan bîreke civakî û têkoşînê çêdike. Di vê bîra berxwedanê de helbet cihekî girîng ê gerîla heye. Gerîla ev 40 sal in li dijî dewletê şer kirine, ji ber vê di bîra berxwedanê de yek ji kirdeya girîng e. Cenazeyên gerîla û goristanên gerîla di bîra civakî ya Kurd de xwedî cihekî girîng e. Dewlet ji bo ku vê hêmayê hilweşîne, helbet wê êrîşê bîne ser goristanan û hewce bike wê bike bin peyareyan veşêre û hewl dide ku tine bike.''

Işık bi berdewamî got, ''Dewlet vê tenê bi êrîşa li ser goristanan nake, rasterast li ser cenazeyên gerîla jî dixwaze vê bike. Bi rengekî weke cezakirinê. Nexasim li ser cenazeyên gerîlayên jin. Vê dema dawî pêşî Ekîn Wan derketibû holê. 2015'an li Gimgimê êşkence li cenazeyê Ekîn Wan kirin teşhîr kirin, ev dîmen avêtin medyaya civakî.''

Işık got dema ku ew li bîranînên gerîla yên li salên 90'î dinerin û guh didin tiştên ku têne gotin, ew dikarin bibînin ku êşkence li cenazeyên gerîlayên jin hatiye kirin.

'HÛN LI BER XWE BIDIN WÊ DAWIYA WE WIHA BE'

Rûken Işık got di gelek propagandayên dewletê de rasterast beden bûye hedef û ji vê hewl dide ku bêîtîbar bike, li gorî Işık ev bêîtîbarkirin nexasim li bi gotinên li ser gerîlayên jin tê kirin, weke di bûyera Ekîn Wan de beden tînin ser 'namûs' û 'teşhîr'ê. Işık got, ''Bi vê rêyê hem hewl tê dayin ku bîra berxwedanê were tinekirin û hem jî bi nêzîktêdayinên zayendîparêz ên li ser bedena jinê vê bi temamî tînin ser namûsê.'' Işık bi berdewamî got, ''Bi êşkenceya li ser bedena gerîlayan dixwazin vê bibêjin; heke hûn li ber xwe bidin wê dawiya bedenên we yên mirî jî wiha be.''

Işık got li dijî vê gotinê bîreke dijber jî ava bûye, nexasim ev gotinên li ser bedena jinê hatine şikandin û bi bîr xist aktivîstên Kurd îro têkoşîneke girîng didin ku namûs li ser bedenê nayê rûniştandin.


KONTROLA LI SER MIRINÊ

Işık li ser veşartina cenazeyên gerîla yên di bin peyareyan de jî got ev berdewamiya vê polîtîkaya li ser mirinê ye, diyar kir êrîşa li ser gorên gerîla pêşî li Wanê dest pê kiriye. 

Işık got dewlet dixwaze kontrol bike bê ka wê kî bijî, kî bimire, kî wê çawa bimire, çawa were veşartin, ev ne tenê hewldana avakirina hegemonyaya li ser jiyanê her wiha avakirina hegemonyaya li ser mirinê ye jî û û got, ''Achîlle Mbembe digot, em vê tenê bi bîyopolîtîkayê nikarin vebêjin, em dikarin bi tişta ku em jê re nekropolîtîka dibêjin, dikarin vebêjin.''

BÎREKE DIJBER JÎ TÊ AVAKIRIN

Işı bi berdewamî got, ''Li dijî vê tinekirina bîrê an jî nekroplîtîkayê jî aktivîzmek heye'' û bi bîr xist ku piştî kirinên li ser cenazeya Ekîn Wan li cîhanê li gelek deveran jinan çalakî kirin, li hin deveran bi bedena tazî ev çalakî hatine kirin û têgihiştina 'namûs'ê ya ku li ser beden hatiye çêkirin, ji hev xistine. Işık her wiha got ressem Serpîl Odabaşi cenazeyê Ekîn Van bi rengekî cihê îmaja wê çêkriye û got, ''Li dijî tinekirina bîrê jî berxwedaniyek heye, divê ev neyê jibîrkirin.''

Işık her wiha got cenazeyên ku li li Kilyosê di bi peyareyê de hatine veşartin li nav Kurdan genekî bîra dijber jî ava dike, got, dibe ku gorên wan nebin lê di bîra Kurdan de agahiyeke wiha heye: ''Miriyên me li bi peyareyan veşartin.''

Işık got, derbarê van nûçe têne çêkirin, resm têne çêkirin, dîmen derdikevin holê, ev jî qadê nû yên bîrê çêdikin, qadên nû yên bîrê bi xwe re qadên nû yên berwedanê tînin, Kurd êdî li ser vê lêkolînan dikin, tezên doktorayan dinivisin. Işık got, ''Ev bîr tê tomarkirin..Em pê dizanin ku Girtîgeha Amedê nifşekî çawa bi xwe re anî, ev tiştên ku têne jiyîn wê nifşekî çawa bi xwe re bîne..''

Wê bidome...