Nehiştin parlementer têkevin rûniştina doza malbata Şenyaşar

Rûniştina doza malbata Şenyaşar hate destpêkirin. Destûr nehate dayin ku parlementerên HDP’ê tevlî rûniştina dozê bibin.

Li navçeya Sûrûcê ya Rihayê di 14’ê Hezîrana 2018’an de parêzvanên parlementerê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz û xizmên wî Haci Esvet Şenyaşar, kurên wî Celal û Adil Şenyaşar qetil kiribû. Di vê êrîşê de birayê Îbrahîm Yildiz jî miribû. Rûniştina 2’emîn a derbarê dozê hate kirin.

Doz li Dadgeha Cezayê Giran a Meletiyê ya 3’emîn hate kirin. Emîne Şenyaşar, Alîkarê Hevserokatiya Giştî ya HDP’ê parêzer Umît Dede, baroyên Wan, Dîlok, Amed û Rihayê û parêzerên Şaxa Amedê ya OHD’ê tevlî rûniştinê bûn.

PARLEMENTER HATIN ASTENGKIRIN

Destûr nehate dayin ku parlementerên HDP’ê Ayşe Surucu, Omer Farûk Gergerlîoglû û Hevserokê HDP’ê yê Rihayê Mîkaîl Gozek têkevin avahiyê dadgehê.

Fadil Şenyaşar û Enver Yildiz bi rêya SEGBÎS’ê tevlî rûniştinê bûn, 11 bersûcên din jî anîn eywana rûniştinê.

Parlementer Gergerlîoglû yê ku destûr nehatiye dayin têkeve rûniştinê got, “Me li cem serokê komîsyona edaletê ya dadgehê giliyê biryara serokê dadgehê kir.”