Navendên Tevgera Azadî û RJAK’ê hatin girtin!

Li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê navendên Tevgera Azadî û RJAK’ê hatin mohrkirin û girtin!

Li Silêmaniyê danê sibê hêzên asayîşa ser bi hikumeta Başûrê Kurdistanê çûne navendên Tevgera Azadî û RJAK’ê û deriyê navendên her du saziyan mohr kirin û girtin. 

Hêzên asayîşê diyar kirin ku ji wan re ferman hatiye ku her du navendan mohr bikin û bigirin. 

Demek beriya niha zextên hikumeta Başûr ên li ser Tevgera Azadî zêde bibûn û biryar hatibû girtin ku navendên wê bên girtin.

Piştî wê biryarê di ser navendên Tevgerê yên Kelar, Kifrî, Koyê, Qeladizê, Ranyayê de hatibû girtin û navendên wê hatibûn girtin; tabelaya navenda Tevgara Azadî ya li Silêmaniyê jî hatibû daxistin.