Navenda Çandê ya Nûda dikin avahiya emniyetê

Midûriyeta Emniyeta Tirk a li Wanê, ku di dema Şaredariyên DBP'yî de li Wanê nikarîbû li her cihê dixwaze qereqolan çêbike, piştî desteserkirina şaredariyê bi rêya qeyûm, ji nû ve ket nava tevgerê.

Midûriyeta Emniyeta Tirk a li Wanê, ku di dema Şaredariyên DBP'yî de li Wanê nikarîbû li her cihê dixwaze qereqolan çêbike, piştî desteserkirina şaredariyê bi rêya qeyûm, ji nû ve ket nava tevgerê. Yek ji cihên ku polîsên Tirk dixwestin bikin qereqol Navenda Çandê ya Nû ye, ku berî 2 salan ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ya DBP'yî ve hat vekirin.

Midûriyeta Emniyeta Tirk a li Wanê, avahiya berê ya Gumrukê jî di nav de berî 2 salan xwest li gelek cihan qereqolê çêbike. Midûriyetê, piştî serhildana Kobanê ya 6-7'ê Cotmeha 2014'an ev daxwaza xwe ji Wezareta Karên Hundir û Midûriyeta Giştî ya Emniyetê re ragihand û ev daxwaz ji aliyê van saziyên dewleta Tirk ve hat erêkirin.

Lê di heman demê de Şaredariya Rêya Armûşê li herêma avahiya berê ya Gumrukê lê bû, ji bo çêkirina parkê zend û bend ba da. Li ser vê yekê krîz derket. Di encama vê krîzê de Şaredariya Rêya Armûşê ev herêm kir Parka Hunerê û radestî gel kir.

Şaredariya Bajarê Mezin a DBP'yî, li cihê nexweşxaneya dewletê ya berê lê bû û ev nexweşxane piştî erdhejê xera bû, xwest parkê çêbike, lê Midûriyeta Emniyetê nehişt û li vir qereqol çêkir.

Gelek herêmên ku Midûriyeta Emniyeta Tirk ev 2 sal in dixwaze bike qereqol, lê ji ber Şaredariyê DBP'yî nekarîbû bikira, piştî ku bi rêya qeyûm şaredarî hatin desteserkirin, ji nû ve ket nava tevgerê.

Qeyûmê rejîma AKP'ê, wê Navenda Çandê ya Nû, ku berî 2 salan ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ya DBP'yî ve hatibû vekirin, radestî Midûriyeta Emniyeta Tirk a li Rêya Armûşê bike.

Walî Îbrahîm Taşyapan, ku weke qeyûm dest danî ser Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, bi hinceta ku 'destûar xwe nîne' Navenda Jiyanê ya Jinê girtibû. Li gorî agahiyan qeyûm li ser daxwaza Midûriyeta Emniyetê wê bihêle ku li vir qereqol bê çêkirin.