Namzetên Serêkaniyê: Em ê şaredariya xwe ji AKP’ê rizgar bikin

Namzetên HDP'ê yên Hevşaredariya Serêkaniyê Narîn Gezgor û Mehmet Alî Kahraman diyar kirin, êdî şêniyên Serêkaniyê bêriya serdema ku deriyê şaredariyê li wan bê vekirin kirine û gotin: "Teqez em ê bi ser bikevin."

Namzetên HDP'ê yên Şaredariya Serêkaniyê Narîn Gezgor û Mehmet Alî Kahraman diyar kirin ku êdî şêniyên Serêkaniyê bêriya serdema ku deriyê şaredariyê ji bo wan bê vekirin kirine û wiha gotin: “Teqez em ê bi ser bikevin û divê di 31’ê Adarê de hemû nîştecihê Serêkaniyê werin navçeyê û dengê xwe bikarbînin.”

Namzetên HDP'ê yên Şaredariya Serêkaniya Rihayê Narîn Gezgor û Mehmet Alî Kahraman, destnîşan kirin ku li navçeyê heta niha tenê di navbera 2004-2014'an de xizmet hatiye kirin û gotin: "Di vê serdemê de navçe, ji weziyeta gund hat rizgarkirin bû bajêr. Lê belê xizmetên me ji ber hîleyên partiyên din nîvçe ma. Lê em ê di vê serdemê de ji cihê mayî dest pê bikin. Tiştên mayî em ê temam bikin.”

‘WÊ SERÊKANIYÊ BIBE BAJARÊ JIYANÊ’

Namzet Narîn Gezgor diyar kir ku Serêkaniyê di serdema şaredariyên HDP’ê de ji weziyeta gund hate rizgarkirin û wiha axivî: “Şaredariya HDP’ê tenê ji bo pêdiviyên gelên Serekaniyê xebat da meşandin û bi taybetî jî li ser pirsgirênên zorok, ciwan û jinan xebat dan meşandin. Di 31’ê Adarê de jî em bi hêvîne û em ê şaredariya xwe bi dest bixin. Gelê Serêkaniyê bi çoş û dil germî me pêşwazî dike. Em ê Serêkaniyê bikin bajarê jiyanê û bajarê jinê. Li herêmê gelek jin rastî tundiyê tê. Piştî em hatin li ser kar em ê destpêkê saziyên jinan vekin. Serêkaniyê di aliyê xaka xwe de navçeya herî bi dewlimende. Li herêmê ji ber bêkariyê tu welatiyê me li navçê namînin û berê xwe didin bajarên Tirkiyê. Em ê bi polîtîkaya ku li cihê hatime dinyayê ez ê têr bibim li herêmê derfetên kar biafirînin. Ji bo jinan em ê Kooperatîfên Azad biafirînin. Em ê li navçeya xwe jiyana komunal ava bikin û jinan tevlî jiyanê bikin. Dîsan mijara herî sereke em li ser radiwestin ciwanin. Li ser ciwanên Serêkaniyê polîtîkayên pişaftinê di dewrê de ne û li dijî vê em ê xebatan bidin meşandin. Li herêmê navendên ciwanan ava bikin û qadên perwerdehiyê biafirînin.” 

'GEL BÊRIYA SERDEMA DERIYÊ ŞAREDARIYÊ JI BO WAN BÊ VEKIRIN KIRIYE’

Gezgor da xuyakirin ku di 5 salên dawî de tenê ne Kurd, gelê Ereb jî bi çewisandin û tirsandinê tê tepisandin. Gezgor anî ziman ku êdî şêniyên Serêkaniyê bêriya serdema ku deriyê şaredariyê ji bo wan bê vekirin kirine û wiha pêde çû: “Jinên penaber jî di nav de, hejmara jinên li navçeyê zêde ye, lê belê li navçeyê tu qadeke jiyana civakiyî ya jinan tune ye. Wê qadên jiyana civakiyî ku xîtabî hemû jinan bikin li Serêkaniyê bên çêkirin. Ev der bajarekî çandiniyê ye û wê jin ji dêvla karkeriya li nav erdan bi berên xwe bi xwe li bazaran bi cih bikin. Wê ji di warê aborî de nebin pêgirtiyê kesî. Niha şaredarî tenê ji bo hin kesan xizmetê dike. Gelê navçeyê ji vê yekê nerazî ye. Hûn dizanin, di çapemeniyê de hin dîmenên gefxwarinê derketibûn. hebûn. Şaredar, ji bo karker ji kar derkevin gef li wan xwaribûn. Lê em ê tevî gelê xwe bajarê xwe bi rê ve bibin û bi hev re ava bikin. Em ê bi hev re hilberînin, em bi hev re bazar bikin. 5 sal in ev navçe bi awayekî dijwar hat çewisandin. Wê sibeha 1'ê Nîsanê bibe roja cejnê. Em ê bi ser bikevin.” 

‘ÇANDA SERÎTEWANDINÊ FERZ KIRIN’

Namzet Mehmet Alî Kahraman destnîşan kir ku li navçeyê heta niha tenê di navbera 2004-2014'an de xizmet hatiye kirin û got: "Di vê serdemê de navçe, ji weziyeta gund hat rizgarkirin bû bajêr. Lê belê xizmetên me ji ber hîleyên partiyên din nîvçe ma. Lê em ê di vê serdemê de ji cihê mayî dest pê bikin. Tiştên mayî em ê temam bikin. Di sala 2014'an de bi hîle û xurdeyan şaredarî bi dest xistin. AKP'ê her cûre erk xist destê namzetê xwe yê Şaredariya Serêkaniyê. Bi vê erk û hêza ku AKP'ê da wan, şaredar di warê hêzê de jehrî bûn. Gelek mirov hatin mexdûrkirin. Kesên muxalif hemû wekî 'terorîst' îlan kirin. Bi BHQ’ê gelek kes îxrac kirin. Lê niha em ber bi dawiya wê serdemê ve tên. Bi çewisandinan, çanda serîtewandinê ferz kirin. Ji bo alîgirên xwe tev geriyan. Muhbîrtî ferz kirin. Êdî hat asteke wisa ku li navçeyê baweriya kesî bi kesî nayê." 

'EM Ê DAWÎ LI FERASETA AKP’Ê BÎNIN’

Kahraman destnîşan kir ku divê sedema ku ji bo çi AKP'ê şaredarê niha nekiriye namzet baş bê fêmkirin û wiha got: “Li Serêkaniyê pirsgirêka sereke ew e ku AKP, gelê Kurd û Ereb bera hev dide û berberîbûnê dixe nava wan. Di 31’ê Adarê de wekhevî û jiyana bi hev re binîn herêmê. Em ê şaredariyê bi gel re bi hev re bi rê ve bibin. Em ê destpêkê şaredariyê ji gel re vekin û dawî li feraseta AKP’ê bînîn. Ez bang li her nîştecihê Serêkaniyê dikim ku di roja 31’ê Adarê de were Serêkaniyê û dengê xwe bikar bîne. Her deng dengeke û her kes divê rengê dengê xwe aşkera bike. Teqez em ê bi serbikevin û em dibêjin Serêkaniyê ya me ye.”

NARÎN GEZGOR KÎ YE?

Narîn Gezgor li navçeya Wêranşara Rihayê hatiye dinyayê. Dibistana seretehî, navîn û amadeyî li bajarên cuda yên Bakurê Kurdisanê xwendiye. Perwerdehiya lîsansê ya beşa Zanîstên Civakî li Zanîngeha Dîcleyê xwendiye. Di temenê xwendekariya xwe de li komeleya xwendekaran xebitiye. Piştî zanîngeh qedan li navçeya Wêranşarê mamostetî kir. Di sala 2013-2016’an de li Şaredariya Pirsûsê xebitiye û piştî qeyûm tayînî Şaredariya Pirsûsê hate kirin ji kar hate derxistin. Narîn Gezgor di Komeleya Jinan ya Rosa de xebat daye meşandin. Gezgor hemû zaravayên Zimanê Kurdî, Farisî û Îngilîzî dizane û dayika zarokekê ye.

MEHMET ALÎ KAHRAMAN KÎ YE?

Mehmet Alî Kahraman di sala 1962’an li navçeya Serêkaniya Rihayê hatiye dinyayê. Dibistana Seretahî, Navîn û Amedeyî li Serêkaniyê xwendiye. Li Zanîngeha Anadoluyê beşa Rêveberiyên Herêmî qedandiye. Kahraman demek dirêje karê cotkarî û bazirganiyê dike. Di heman demê de bi awayekî aktîf di nava siyasetê de cih digre û li gelek saziyên sivîl xebat daye meşandin. Kahraman di heman demê de endamê Odeya Ziraatê û Odeya Esnafên Serêkaniyê ye. Kahraman di navbera salên 1994-99’an de endamê herdem yê meclîsa Şaredariya Serêkaniyê ye û herî dawî wekîltiya serokê şaredariyê kiriye. Kahraman zewicî û bavê 5 zarokan e.