Namzetên HDP'ê li nava gel û esnafan bi kêfxweşî tên pêşwazîkirin

Namzetên HDP'ê yên ji bo hevşaredariyan li bajar û navçeyan serdanên xwe didomînin. Gel û esnaf bi kêfxweşî namzetên HDP'ê pêşwazî dikin.

Namzetên HDP'ê yên ji bo hevşaredariyan li bajar û navçeyan serdanên xwe didomînin. Gel û esnaf bi kêfxweşî namzetên HDP'ê pêşwazî dikin.

QERS

Namzetên HDP'ê yên ji bo Hevşaredariya Qersê Şevîn Alaca û Ayhan Bîlgen projeyên xwe yên li ser bajêr eşkere kirin. Di civînê de ku li Buroya Hilbijartinê ya HDP'ê ya Taxa Şehîtlerê pêk hat, namzetên HDP'ê yên hevşaredariyên navçeyan û gelek welatî amade bûn.

Ayhan Bîlgen diyar kir ku zîhniyeta berê bajar herimandiye, lewma weke karê destpêkê wê pirsgirêkên av, rê û çopê çareser bikin. Bîlgen her wiha işaret bi pirsgirêka îmar û plansaziya bajêr kir û got, "Em ê tevî gelê Qersê biryarê ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê bidin." Ayhan Bîlgen anî ziman, wê potansiyela tûrîzm û çandiniyê ya bajêr bi kar bînin û bi projeyên xwe bajêr bikin cihekî xweş.

Namzetan piştre yek bi yek projeyên xwe eşkere kirin.

MELETÎ

Namzetên HDP'ê yên ji bo Hevşaredariya Meletiyê jî di çarçoveya serdanên xwe yên hilbijartinê de li taxa Çavûşoglû, Bazara Genim û Sîsteya Pîşesaziyê ya biçûk a navçeya Yeşîlyûrtê geriyan. Di dema serdanê de Hevserokê HDP'ê yê Meletiyê Kemal Gedîk, namzetê HDP'ê yê ji bo Hevşaredariya Bajarê Mezin a Meletiyê Yûsûf Bozkûş û endamên partiyê amade bûn.

Namzetê HDP'ê Bozkûş serdana esnafên li bazara genim kir û li gilî û gaziyên wan guhdarî kir. Esnafan gotin, "Kar nîne, heta êvarê em radiwestin."

Esnafan û şêniyên taxê ji HDP'iyan re gotin, "Di vê hilbijartinê de em ê bersivê bidin pirsgirêkên ku derdikevin pêşiya me. Çi dibe bila bibe em ê dengê xwe bidin zîhniyeteke nû."

Namzeta HDP'ê ya ji bo Hevşaredariya Battalgaziyê Rûken Bîlgîç jî tevî Hevseroka HDP'ê ya Bajêr Fatma Alataş û jinên pê re serdana malên li Hanimin Çîftlîgî kirin.

EDENE

Rêxistina HDP'ê ya Edeneyê, di çarçoveya xebatên hilbijartina xwecihî de bi endamên çapemeniyê yên bajêr re civiya. Parlementera HDP'ê Tulay Hatîmogullarî beşdarî civînê bû û pêvajoya siyasî nirxand.

Hatîmogûllari diyar kir ku ligel krîza aborî li welat, krîzên siyasî û civakî yên mezin hene û wiha axivî: "AKP bi siyaseta gefê, polîtîkayê bi rê ve dibe. Qeyûm tayînê şaredariyên herêmê kirin. Lê em ê li gel şaredariyên xwe şaredariyên nû jî qezenc bikin. Li Edeneyê hemû hêzên demokratîk wê dengê xwe bidin namzetên hevbeş. Wê tifaqa Cumhur winda bike û em ê li her qadê bi ser bikevin."

WAN

Kekê namzetê AKP-MHP'ê Necdet Takva jî di nav de gelek malbatan HDP'î dawetî malên xwe kirin û soz dan ku wê piştgiriyê bidin HDP'ê. Civîn li mala kekê Takva Şemsettîn Takva pêk hat. Hevserokê HDP'ê yê Wanê Umît Dede, namzetê HDP'ê yê ji bo Hevşaredariya Bajarê Mezin a Wanê Mûstafa Avci, namzetên HDP'ê yên ji bo Hevşaredariya Artemêtanê Gulcan Kaçmaz Sayygît, Medenî Ozer, rêveberên HDP'ê yên navçeya Artemêtanê û gelek ciwanên ji malbata Takva amade bûn.

Şemsettîn Takva got, "Em xwedî kevneşopiya 50 salî ya siyasî ne. Gelek caran em ketin. Me gelek êş kişand, êşên ku telafiya wê nepêkan e. Me hev nas nedikir, lê têkoşîna neteweyî ya Kurdan em anîn gel hev."

Takva diyar kir, HDP wê di vê hilbijartinê de hîn bi xurtî bi ser bikeve û spasiya HDP'iyan kir ji ber ku hate serdana wan.

HDP'iyan jî spasiya malbata Takva kir ji ber ku ew vexwendin mala xwe.

COLEMÊRG

Parlementerê HDP'ê yê Stenbolê Ahmet Şik, li navçeya Geverê ya Colemêrgê, buroya hilbijartinê ziyaret kir û ji wir jî li esnafên navçeyê geriya. Şik li buroya hilbijartinê ya li ser Kolana Cengîz Topel bi welatiyan re civiya û derbarê hilbijartinê de nêrînên xwe parve kirin. Şik diyar kir ku AKP ji tirsa windakirinê êrîşî HDP'ê dike.

Şik bersiv da rexneya çima HDP'î bi Kurdî na axivin a welatiyekî û wiha bilêv kir: "Di rê de me dayîkek girt wesayîta xwe. Me sohbeteke pir xweş bi hevre kir. Dema min ji dayîkê re got 'ez bi Kurdî nizanim' rexneya 'Ez bi Tirkî dizanim, lê tu bi Kurdî nizanî' li min kir. Ji roja ku partiya me hatiye avakirin û heta niha em li ser perwerdeya zimanê dayîkê radiwestin. Lê perwerdeya tenê bi zimanekî li me ferz kirine. Perwerdeya zimanê dayîkê ji bo me xala sereke ye. Zimanê dayikê maf e. Ji bo ku em li dijî hemû êrîşên li ser zimanê Kurd derbikevin, divê me perwerdaya zimanê dayikê bixin pratîkê."

Şik da zanîn ku qeyûman şaredarî kirine çirava deynan û axaftina wiha bi dawî kir: "Xisar di kîjan astê de ye em nizanin. Piştî hilbijartinê, wê hevaşaredarên me bi venihêran re xisara wan tespît bikin û kesên bûne sedema vê yekê, wê li pêşberî darazê hesap bidin."

Şik dûre esnafên navenda navçeyê ziyaret kirin û rastî eleqeya welatiyan hatin.