MXDŞ: Tirkiye bi hinceta PKK’ê dixwaze gelê Şengalê qir bike

Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ), li ser gefên dewleta Tirk ên li ser Şengalê daxuyaniyek da û diyar kir ku dewleta Tirk bi hinceta PKK’ê dixwaze civaka Êzidî qir bike.

Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ), li ser gefên Dewleta Tirk û daxuyaniyên Erdogan ku gefa êrîşkirina li ser Şengalê dide, daxuyaniyek nivîskî weşand.

Daxuyaniya MXDŞ’ê wiha ye:

“Dewleta Tirk dixwaze civaka Êzidî qir bike, ji ber ku Şengal paytexta Êzidiyan e û her tim li Şengalê civaka Êzidî çand û baweriya xwe parastiye, ji ber vê dike hedef. Bi van gefan dixwaze Êzidiyan ji Şengalê dûr bike û Êzidî venegerin li ser malên xwe. Dema gelê me yê Êzidî ku di fermanê re derbas bû, dewleta Tirk bi hemû awayî piştgirî da çeteyên DAÎŞ’ê û gelê me qetil kir.

Piştî ku Êzidiyan dest bi xwerêxistinê kir, li ser destê keç û xortên me axa Şengalê hate rizgarkirin, êdî dewleta Tirk tiştê ku bi DAÎŞ’ê nikaribû bike vê care bi xwe kete nava liv û tevgerê.

Çawa di 3’ê Adara 2017’an di bin navê Çeteyên Roj de, êrîş bire ser bajarokê Xanesorê û zarokê me kirin hedef, vê carê jî dixwaze di bin navê cuda de rêxistina Êzdiyan a li Şengalê ji holê rake.”

MXDŞ’ê di berdewamiya daxuyaniya xwe de bal kişand li ser peymana di Hewlêr û Bexdayê ku bi zextên Tirkiye yên li ser Şengalê hatiye Îmzekirin û got, “Di 9’ê Cotmehê 2020’an dewleta Tirk bi hevkariya PDK’ê peymanek li dijî îradeya Êzdiyan dane îmzekirin. Çiqasî dewleta Tirk xwe ji vê peymanê dûr dike jî lê piştî bertekên gelê me yên li dijî vê peymanê ku bi berxwedanî û têkoşîna gelê me tifaqa li ser Şengalê pêk nehat. Êdî derket holê ku destê dewleta Tirk di nava vê peymanê de heye.

Serdana vê dawiyê ya Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê ya ji bo Hewlêr û Bexdayê, piştgirîdayîna PDK’ê ya bi Tirkiyeyê re ku dixwazin Şengalê ji Êzdiyan vala bike, zelaltir bû.

Em Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê, dema me xwe li civaka xwe kire xwedî û dest bi rêxistinkirina ciwanên xwe kir, me texmîn dikir ku dijminê me wê bi hemû awayî hewl bide rê li ber tifaq û rêxistina Êzidiyan bigre.

Lê em ji raya giştî ya cîhanê re radigihînin, ‘Yê di rojên herî teng de li Şengalê xwedî derket em in, me xwe bi xwe rêxistin kir û herêmên xwe ji çeteyan paqij kir, me pêşwazî li gelê xwe yê koçber kir û heta niha em li ser xwe rêvebirina xwe berdewam in.’

Bila her kes zanibe gavên me ji bo azadiya Êzidxanê dayîn avêtin em qet wan gava paşve navêjin û em ê li ser têkoşîn û berxwedana xwe berdewam bin.

Gefên dewleta Tirk wê nikaribin me ji doza gelê xwe gav paşde bide avêtin.

Em herî dawî bang li gelê xwe dikin ku Ii hemberî her cûre êrîşên nemerdane bila hişyar bin. Siyasetmedar, rûspî û pêşengên Êzidiyan dem dema yekîtiyê ye û pêwîst e her kesek ji bo Êzdixanê kar dike helwestê xwe ji bo gelê xwe diyar bike.”