MXDŞ'ê êrîşa DAÎŞ’ê ya li Bexda şermezar kir

Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê bi daxuyaniyekê êrîşa 21’ê Çileyê yaxwekujî ya DAÎŞ’ê li Bexdayê pêk hat şermezar kir.

Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ), êrîşa xwekujî ya çeteyên DAÎŞ’ê li Bexda pêk anî şermezar kir û sersaxî ji malbatên qurbanî û sifaya xêrê jî ji birîndaran re xwest.

Daxuyaniya MXŞD’ê ev e: “Em êrîşa hovane ya 21’ê Çileyê li paytexta Iraqê Bexdayê pêk hatî şermezar dikin. Ji kesên jiyana xwe ji dest dane sersaxî û birîndaran re şifaya dixwazin.

Ev êrîş di demekê de ya ku hîna DAÎŞ û hevkarên wê didin diyarkirin ku her dem ‘em bixwazin em ê rewşa Îraqê têk bibin.’ Ev jî lawaziya hikûmetê dide diyarkirin.

Çawa Îraqê û tevahiya partiyên siyasî bi pêşwazîkirina hilbijartina ve mijûlin. Lê li nava paytexta Îraqê êrîşên DAÎŞ'ê hene.

Pêwîste Iraq wisa neke ku DAÎŞ tine bûye, hê Iraq di nava rewşek şer de ye. Di destpêka sala nû de kiryarekî wiha peyama xwe heye û wata pêşwaziya sala 2021’ê ye.

Di nava vê êrîşê de mixabin kasibkar û feqîr ku ji bo debara jiyana xwe di nava kar de bûn herî zêde hatine hedevgirtin.

Ev jî car din hovîtiya DAÎŞ û hevkarên wê her wiha kiriyarên wê yên di derheqê mirovahiyê de der dixe holê.