ROJEVA 3'Ê COTMEHA 2024'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Kurdistanê û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

Çalakiyên di çarçoveya salvegera komploya navneteweyî ya 9'ê Cotmehê û pêngava 'Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareserî ji pirsgirêka Kurd re' bêne lidarxistin, wê werin şopandin.

Hevserokê DEM Partiyê yê Amedê Abbas Şahîn destnîşan kir ku ew ji bo 'Mîtînga Azadiyê' ya li Amedê seferber bûne û bang li hemû beşan kir ku 13'ê Cotmehê roja Yekşemê li Amedê bin.

Rêxistiniyên kontra ku hîn di salên destpêkê yên damezrandina dewleta Tirk ava bûn, di vê serdemê de jî bi navên cuda dewam dikin. Hîzbûlkontra yek ji wan e. Armanca xwe jî tepisandina Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê ye.

Endama Desteya Rêveber a TUHAY-FED'ê Emîne Kaya anî ziman ku rejîma AKP-MHP'ê li dijî girtiyên siyasî hiqûqa dijminatiyê dimeşîne û got, "Girtiyên siyasî li gel şert û mercên giran jî serî natewînin."

Hevserokê Ofîsa Karên Penaberan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Şêxmûs Ehmed got, ji bo karibin bersivê bidin pêwîstiyên penaberên Sûriyeyî divê saziyên mirovî yên navneteweyî û NY piştgiriya wan bikin.

Gerîla Botan Kato û Rûken Cizîr diyar kirin ku Komploya Navneteweyî îro bi sîstema tecrîdê ya li Îmraliyê dewam dike û gotin, "Divê em têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hîn mezin bikin."