MXDŞ: Baba Şêx di rojên teng de li kêleka civaka xwe bû

MXDŞ'ê bi daxuyaniyeke niviskî ji bo Baba Şêx ê ku koçî dawî kir, peyama sersaxiyê da û got, "Di rojên teng û fireh de her tim li kêleka civaka xwe, li aliyê civaka xwe bû xwedî helwest û kiryar."

Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) ji bo koça dawî ya Baba Şêx peyama sersaxiyê da. MXDŞ'ê di peyamê de got, ''Baba Şêx, li hemberî hemû êş û jan, kareset û felaketên di serê civaka me de hatî bû xwedî hewldana çêker, bi civakê re xemgîn bû, bi wê re kêfxweş bû. Di rojên teng û fireh de her tim li kêleka civaka xwe, li aliyê civaka xwe bû xwedî helwest û kiryar. Lewre ev kesayetiya xwe ya rêzdar ji vê kesayetî û meriyeta xwe girt, bû nasname û pêşengê civakê.''

Peyama Sersaxiyê ya MXDŞ'ê ya ji bo Bab Şêx wiha ye:

"Me bi xemgînî bihîst ku rêberê ruhanî yê gelê me Baba Şêx koça dawî kiriye. Weke hemû gelê me yê Êzidî û dostên me ketin nav êş û xemgîniyeke giran. Em li ser navê MXDŞ’ê bi dilekî xemgîn, bi çavekî girî wefata Babê xwe pêşwazî dikin. Di serî de ji gelê xwe û dostên xwe re sersasiyê dixwazin û ji malbata wî ya qedirbilind re sebr û aramiyê dixwazin. Ji gelê Êzidî yê li Şengalê û tevahiya cîhanê re sersaxî dixwazin. Ji bo me tevahiya civaka Êzidî Baba Şêx windahiyeke mezin bû. Baba Şêx, kesayetiyeke manewî û rûhî yê civaka me bû. Lewre bi koça dawî ya Baba Şêx her maleke Êzidî pir xemgîn bû.

'BÛ NAVENDA PÊBAWERÎ Û ŞANEZIYÊ'

Baba şêx bi kesayetî û sekna xwe ya dilovan û dilnizm bê ku ferq û cudahiyê bixe nav, hemû civak hemêz dikir. Her tim di aliyê aştî û çêkerinê bû xwedî helwest. Lewre ji aliyê civaka me ve bi nirx û qedrekî bilind hat payekirin û qebûlkirin. Her tim ji bo tifaq û yekrêziya gelê me bû xwedî hewldan û ked. Bi dilnizmî, fedakarî û dilfirehiya xwe ji bo gelê me bû navenda pêbawerî û şanaziyê.

'EM JI XWE RE ESAS DIGIRIN'

Baba Şêx weke kesayeteke oldar heta roja koça xwe ya dawî li ser erka xwe weke oldarekî û Bavekî ji civak û baweriya Êzidayetiyê re xizmeteke giranbiha kir. Em vê keda wî ji bîr nakin û wê her tim di bîra me de be, ji bo me pîvan be. Ji bo parastina pîvanên me yên olî û rêgezên baweriya me em ji xwe re esas bigirin.

'BÛ PÊŞENGÊ CIVAKê'

Baba Şêx, li hemberî hemû êş û jan, kareset û felaketên di serê civaka me de hatî bû xwedî hewldana çêker, bi civakê re xemgîn bû, bi wê re kêfxweş bû. Di rojên teng û fireh de her tim li kêleka civaka xwe, li aliyê civaka xwe bû xwedî helwest û kiryar. Lewre ev kesayetiya xwe ya rêzdar ji vê kesayetî û meriyeta xwe girt, bû nasname û pêşengê civakê.''