MLKP-Rojava: Em salvegera berxwedana Kobanê pîroz dikin

MLKP-Rojava, bi peyamekê 2 salvegera berxwedan Kobanê pîroz kir û got: "Şoreşa Rojava şoreşa gelane, Kobanê, serkeftina Şoreşa Roava îlan kir."

MLKP-Rojava bi boneya 2 salvegera berxwedana bajarê şehîdan Kobanê peyamek a pîrozbahiyê da. MLKP-Rojava diyar kir ku sekeftina Kobanê serkeftina hemû gelên bindestan bû, têkçûyina çeteyên DAIŞ jî têkçûyîna dewleta Tirk a dagirker û hemû dijminê gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn bû.

Partiya Komînîst, Lenînîst, Marksîst- Rojava (MLKP-Rojava) di daxuyaniya xwe de diyar kir ku hêzên ku temsîla tarîtiya sedsala 21. dikin, 2 sal berê, bi ser navê DAIŞ’ê, bi hemû derfetên xwe êrîşbirin li ser Kobaniya rengîn. Di vî şerê de, di aliyekê de hêzên ku hêviya gelê Kurd û gelê hemû herêm û mirovatîyê temsîl dikin hebûn, di aliyekê din de jî hêzên ku temsîla tarîti û hovîtiya hezar salan dikin, hebûn. Ew hêzan li bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê, hatin li hemberê hev. Lê hemû cihan dizanîn ku ew çeteyên DAIŞ, di serî de bi aliyê devleta Tirk a faşist û bi destê dijminên gelê Kurd û hemû gelan hatiye destek kirin. Lewra bi hêsanî dikarin bêjin ku di wî şerê de, ew dijminan bi tevahî têk çûn. Ji bo vê jî sekeftina Kobanê serkeftina hemû gelên bindestan bû, têkçûyina çeteyên DAIŞ jî têkçûyîna dewleta Tirk a dagirker û hemû dijminê gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn bû.

'KOBANÊ SERKEFTINA ŞOREŞA ROJAVA ÎLAN KIR'

Di daxuyaniya MLKP-Rojava de ev tişt hatin gotin: 

"Serketina Kobanê, destpêka têkçûna çeteyên DAIŞ’ê bû. Eger îro şoreşa Rojava ji aliyê gelên cihanê tê pejirandin û destekirin; hin dewletan dixwaze bikevin têkilîyê, bê guman di vê de para berxwedana Kobanê mezin e. Ji ber ku Kobanê, serkeftina şoreşa Rojavayê îlankiriye.

Ew serketin bi qehremaniyên ku heta niha nehatîye nivîsandin pêk hat. Baweriya serketinê dema bikeve dilê gelekê û şervanên wê serketin misoger e. Berxwedana Kobanê vê rastîyê carek din ji hemû gelên cihanê û şervanên azadîyê re diyarî kir. Di her kolan, her kuçe, her mal û heta ku her odeya wê de berxwedan û lehengîyek mezin bi tîpên zêrîn li ser pelê dîrokê hate nivîsandin. Arîn Mirkan, Paramaz Kizilbaş, Nûman Amed, Sarya Ozgûr, Diyar Bagok, Algan Zafir, Emre Aslan û hezarên cangorîyên wê berxwadanê, bi hev re, ji bo rûmet û azadiya mirovatîyê ketin dilana azadîyê û gihiştin şahadetê. 

Em di kesayeta wan şehîdên me de hemû şehîdên berxwedana Kobanê bi rêzdarî bibîrtînin û li ber bîranînê wan bejna xwe ditewînin. Şehîdên 6/7 Cotmehê û serhildana gelê me yê Bakurê Kurdistanê slav dikin. Me bi rûhê berxwedana Kobanê serket û em ê bi rûhê berxwedana Kobanê ji bo şehîdên me û hemû mirovatîyê serbikevin.

Bi vê bawerî û girêdayînê em duyemîn salvegera serketina berxwedana Kobanê ji gelên Kobanê, Rojava, Surîye, Rojhilata Navîn û hemû gelên Cîhanê re pîroz dikin. Banga me ji gelê me û hemû gelan re ew e ku şoreşa Rojava û berxwedana wê hê berdevam dike, bi rûhê berxwedana Kobanê hê bêhtir xwedî vê şoreşa xwe derkevin.

Bijî Berxwedana Kobanê

Şehîdên Berxwedana Kobanê Bê Mirin in"