MLKP: Li dijî PDK û dewleta Tirk em piştgiriyê bidin PKK’ê!

MLKP’ê nerazîbûn nîşanî hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re da û got, “Em banga piştgiriya ji bo gerîlayên HPG û PKK’ê dikin.”

Komîteya Navendî ya Partiya Marksîst Lenînîst û Komunîst (MLKP) derbarê êrîşên PDK’ê yên li ser Başûrê Kurdistanê û polîtîkaya wê daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:

“Dewleta Tirk a dagirker ya ku li Heftanînê derbên giran xwar, planên tunekirina PKK’ê, xeniqandina şoreşa Rojava, astengkirina mafên azadiyê yên neteweya Kurd vê carê bi destê PDK’ê xistiye meriyetê. PDK bi serweriya Berzaniyan û desthilatdariya wê li gorî hedef û armancên mêtinger û emperyalîstan dora qadên gerîla û Qendîlê girtin û rê li ber artêşên faşîst û mêtinger vedikin.

PDK’ê xwe bi dereweke wisa girtiye ku vî sûcî giran ê li dijî gelê Kurd û li dijî gelê me yê Başûrê Kurdistanê ji bo berjwendiya hemû Kurdan e. PDK ji bo meşrûkirina planên dagirkeran  bûye amûrek, di çend salên dawîn de gelek sûc kiriye.

PDK bû şirîkê qirêjkirina axa Başûrê Kurdistanê ya ku ji aliyê hêzên faşîst û mêtinger hatiye kirin.  Bi piştgiriya PDK’ê MÎT û kontgerîlla li Başûrê Kurdistanê bi cih bûn, dest bi qetlîaman kirin, mafên demokratîk ên neteweyî yê gelê Kurd hatin binpêkirin.

Dema ku dewleta Tirk a faşîst Bakurê Kurdistanê hilweşand, PDK bêdeng ma.  Dema ku dagirkeran Efrîn û Serêkaniyê dagir kir, PDK bêdeng ma. PDK’ê piştgirî da dewleta Tirk a faşîst ku Rojava têxe bin ablûkayê.

Dema ku Qendîl, Herêmên Parastinê yên Medyayê, Şengal û Mexmûr hatin bomberdûmankirin, PDK’ê carekê jî helwesteke bi rûmet nîşan neda. Berevajî wê îstîxbarat û agahî da dijmin.

Ev xetere gelekî mezin e. Gelê Başûrê Kurdistanê di serî de, em bang li hemû gelê Kurd ê li her çar parçeyên Kurdistanê dikin ku, li hemberî vê îxaneta mezin a PDK’ê bila bêdeng nemîne. Em bang li hunermend, nivîskar û zanyarên Kurd dikin ku bila bang li PDK’ê bikin ku PDK nebe amûra planên hêzên mêtinger.  

Em bang li hemû şoreşger, partiyên antîfaşîst û pêşverû dikin ku, bila piştgiriyê bidin gerîlayên HPG’ê û PKK’ê yên ki dijî faşîzm û mêtingeriyê şer dikin.”