MKP eşkere kir ku li Dersimê 2 şervanên wan şehîd bûne NÛ-BÛ
MKP’ê eşkere kir ku di 18’ê Tebaxê de li Xozatê ya bi ser Dersimê 2 şervanên wan şehîd bûne.
MKP’ê eşkere kir ku di 18’ê Tebaxê de li Xozatê ya bi ser Dersimê 2 şervanên wan şehîd bûne.
MKP’ê daxuyaniyeke nivîskî belav kir û ev tişt diyar kir:
“Di 18’ê Tebaxê de li nêzî gundê Kîlîse yê Xozatê ya bi ser Dersimê hevalên me Şiyar û Firat dema diçûn peywirekê rastî leşkerên artêşa Tirk hatine û li vê derê şerek çêbûye. Hevalên me piştî şer cihê xwe guherandine û ji bo ku nekevin destê hêzên dewleta faşîst bombeyên xwe bi xwe teqandine. Nasnameya hevalên me yên şehîd wisa ne:
Şiyar/Firat Kasûm
Firat:/Ûgûr Yalçin”