MLKP: Em ê mîrasê Denîz Karacagîl bidin jiyîn

MLKP’ê, têkildarî Denîz Karacagîl a li Reqayê jiyana xwe ji dest dabû, daxuyaniyek da.

MLKP/ Rojava- Rêxistina Jinê ya Komînîst, têkildarî milîtana xwe Denîz Karacagîl (Destan Temmûz) a li Reqayê di şerê li dijî DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest dabû, daxuyaniyek nivîskî da.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Hevrê Destan a milîtana Têkoşîna Azadiya Komînîst, ji şervanên bibiryar û di parolaya me ya fermandariya jinê di jiyanê de ji çalakîkirinê me, li dijî çeteyên DAIŞ’ê di parastina Şoreşa Rojava de weke şervanekî MLK’ê, di Tabûra Azadiya Enternasyonaliyê de, di eniya herî pêş de bû. Li gel hevrêya me Destan a 29’ê Gulanê di salvegera serhildana Geziyê de bû nemir, hevrêyê me şervanê BOG’ê Hasan Alî (Îbrahîm Tûfan Eroglûer) jî şehîd ketiye. Di kesayeta hevrêyên xwe Destan û Hasan Alî de hemû şehîdên xwe bibîr tînin, soza hesreta wan a gihandina serkeftinê didin. Ji bo hevrêya me Destan a şervanekî jin a azadiyê, di ser de sersaxî ji malbat, dost û şervanên azadiyê yên jin mil bi mil şer dikin sax be.

 ‘YEK JI WAN KESÊN HERÎ PÊŞ ÊN DILDAR BÛ…’

‘Hevrêya me Destan weke şervanekî jin a ciwan, li Geziyê ji ber sedemên hevdîtinên terzê pêşeng ê îsyan û hêrsa milyonan, gihand Şoreşa Rojava.” Di dewama daxuyaniyê de ev tişt hate gotin:

“Hevrê Destan a di heman demê de di parastina şoreşa Rojava de bi biryardariya şer a Paramazlar, Sarayan, Îvanan, Raperînan, Eyleman û Arînan ên gihiştin şehadetê, hestê bilindkirina şerê azadiyê ya gelê hejar, bi daxwaza di şoreşê de şoreşa xwe pêk bîne, çeteyên DAIŞ’ê bi vîna hêzê jinê têkbirin, bi cesaret û zanîstbûna fedaî hêla ku li eniyên şer bibe yek ji jina fermandar. Bi qasî bihêzgirtina ji şervanên ji beriya wê gihiştine şehadetê, ji bo tola hevrêyên xwe yên ji bo avakirina Kobanê ku bi hevkariya DAIŞ-MÎT’ê li Pirsûsê hatin qetilkirin, bi daxwaza hesab pirsînê li eniyên şer bû. Ji bo hesabê 33 ruhên bê mirin ên Pirsûsê ku 20’ê Tîrmehê, yek ji kesên herî dildar ku dixwest di refên herî pêş de cih bigire bû. Ji ber vê paşnavê xwe Temmûz hilbijartibû.”

‘EM Ê DI QALIBÊ KOMARA TIRK DE HILNEYÊN’

Hevrê Ayşe Denîz a ku li Antalyayê tevî refên ESP’ê bû li hemberî polîtîkayên zayenperest, nîjadperest û neteweperest ên hikumeta AKP’ê û ya dewlet Tirk a mêtinger, alaya berxwedanê bilind kir. Ji bo ku ew têkoşîna xwe bi ya Kurdan re bike yek û alaya azadiyê bilind bike, berê xwe da çiyayên azad. Di nav refên PKK’ê wekî jineke Yorûk a komûnîst têkoşîna Kurdan a azadiyê ji nêz ve nas kir. Li qadên gerîllayan, ji hevrêyên xwe hînî gelek tiştan bû. Wê têkoşîna azadiyê ya Kurdan û perspektîfa sosyalîzmê kire yek beşdarî refên MLKP’ê bû. Wekî gerîllayeke jin a komunîst xwe di warê leşkerî û teorîk de bi pêş ve bir. Wekî sûîkastvaneke pispor, di pêngavan de derbên giran li çeteyên DAIŞ’ê da.

Di roportajeke xwe de gotibû ‘Em ê di qaliban de hilneyên.’ Ew nebû jinekek ku li hemberî pergala mêtinger stûyê xwe xwar bike û ne jî îdeolojiya nîjadperest û neteweperest ew dîl girt. Ew di binê alaya MLKP’ê de û ligel tevgera şoreşger a Kurdan hevrêtiya xwe geştir kir û beşdarî parastina Şoreşa Rojava bû. Têkoşîna wê li Geziyê dest pê kir û li şoreşa jinan a Rojava domiya.

Niha jî mîrateya ku hevrê Destan Temmûz ji me re hiştiye, li ser milê me ye. Em sozê didin Wê û hemû şehîdan. Em ê heta dawiyê şoreşa Rojava biparêzin.”

AGAHIYÊN TÊKILDARÎ NASAMEYÊ

Nasnameya şervana enternasyonalîst a jiyana xwe ji dest dabû wiha ye:

Nasnav: Destan Temmûz

Nav û Paşnav: Ayşe Denîz Karacagîl

Navê Dê: Nûray

Navê Bav: Omer Farûk

Cih û Dîroka Jidayîkbûnê: Enqere/23’ê Tebaxa 1993