Mîna navê xwe bû, Ferman

Dijminê xwe hîn di zarokatiyê de nas kiribû. Hêrsa wî kêm nebûbû, baweriya wî lawaz nebûbû, timî bi daxwaza tolhildanê bû. Mîna navê xwe bûbû Ferman.

Min ew cara yekê li Heftanînê dît. Meha Tîrmehê bû. Birîndar bûbû û ij tedawiya vegeriya bû. Hîn jî şimikek di piyê wî de bû. Min jê pirsî 'Ma tu ne birîndar bû?' Ew gerîlayek bû ku timî rû li ken bû, hêvî dida. Bersiveke wiha da, "Ez birîndar bûm, lê zû rehet bûm û hatim. Nedibû ku ji ber birînekê ez ji cihê ku her kes dixwaze lê be biçûma." Û keniya. Dema ku min jê re got, "Heval jib o te dibêjin, yê hawanvan e, gelekî serketî ye" şerm kir û bêdeng bû.

Dema ku me çay vedixwar qalê kir bê cara destpêkê bi çi rengî li dagirkeran rast hat. Gerîla Ferman hîn di pêçekê de zîhniyeta talanker a dewleta Tirk nas kiribû. Ji ber vê yekê ti carî dijminê xwe ji bîr nekir, ti carî rastiya dijmin ji bîr nekir. Çavên wî timî li êrişê bû. Kûr bûn çavên wî, tûj bûn. Derew, xiyanet, hîle ti carî nêzî wan nebûbû. Li gundekî bedew ê navçeya Çinarê ya Amedê di sala 1991'ê de ji dayik bû. Mert, comerd, şervan û bedew bû. Digot, 'tu zane ya ku min ber bi çiyê ve anî çi bû? Heybeta çiyê bû'. Çiya bi heybet bûn û min ber bi xwe ve dikişandin. Dirêjbûna behna min, mezinbûna dest û lingên min, tûjbûna çavên min, çalakbûna min, hezkirina ji çekê, daxwaza ji rizgariyê, bi kurt û kurmancî her tişt hatibû eyarkirin, ya ku ji min re dima ew bû ku bibim gerîla."

Ew hîn nebûbû du salî gundê wan hatibû şewitandin. Lê belê malbata wî gundê xwe neterikandibû. Ferman Memyan li wir mezin bûbû. Mîna xaka Amedê serbilind, berxwedêr û xwedî hêrseke mezin bû li dijî dijmin. Hîn ji zarokatiya xwe ve dijmin nas kiribû. Dijmin her tim ji bo wî dijmin bû. Ferman jî her tim mîna wî zarokê biçûk ê dijmin nas kiribû, mabû. Hêrsa wî qet kêm nebûbû, baweriya wî lawaz nebûbû û her tim xwedî daxwaza tolhildanê bû. Gerîla Ferman Memyan bi ruhekî wî rengî li Cenga Heftanînê şer kir.

Di Cenga Heftanînê de her kesî bang li wî dikir ku bê çeper û qada wan, çalakiyê bikin. Di her roketekê de mîna ku mirin dikuşt. Ferman jiyan zêde dikr û her ku dagirker tine dikir, bawer dikir ku bi vî rengî wê jiyan li vê xakê zêde bibe. Bêrawestan diçû her derê, hawana xwe amade dikir û derbên xurt lê dida. Mîna navê xwe bû Ferman.

Serketî, çalak û bi lez bû. Ewqasî giraniya xwe ya rêxistinî hebû, di hevrêtiyê de ji dil bû. Têgihiştî bû. Çi kar hebûya ew dikir.

Ciwanê bedew Semîh Kaplan ê li navçeya Çinar a Amedê ji dayik bû, bi navê Ferman Memyan li Cenga Heftanînê şer kir, di 8'ê Tebaxê de li Pîrbilayê tevlî karwanê nemiran bû.